Namzetên Baglarê: Em ê pirsgirêkan bi gel re çareser bikin

Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Baglar a Amedê Zubeyde Zumrut û Zeyat Ceylan gotin, dema ku hatin hilbijartin wê pirsgirêkan hemûyan bi gel re çareser bikin.

Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevserokatiya Şaredariya navçeya Baglar a Amedê Zubeyde Zumrut û Zerat Ceylan ji ANF'ê re axivîn.

Zubeyde Zumrut ku jiyana wê ya siyasî li Amedê derbas bû, diyar kir ku haya wan ji pêwîstiyên bajêr heye û got, "Ji sala 1994'an û vir ve li Baglarê dixebitim. Min nasnameya xwe ya siyasî li Baglarê nas kir. Hem keda min ji bo Baglarê heye, hem jî ya Baglarê ji bo min heye. Bi gelê Baglarê re di mijara rêveberiyên xwecihî de dixwazim kar bikim, lewma bûm namzet."

Zumrut diya rkir, di rêveberiyên xwecihî de temsîliyeta gel girîng e û got, "Dema gel tevlî kar neyê kirin, ne şaredarî ne jî siyaset dikarin bi ser bikevin. Eger mirov bixwaze li deverekê bi ser bikeve, divê gel tevlî kar bikin. Nêrîna gel esas e û divê nîqaş jî di vê çarçoveyê de bê kirin. Karên me wê li ser vê bingehê bên meşandin."

Zumrut anî ziman, li gel xizmetên mecbûrî yên şaredariyê, ew xwedî projeyên civakî ne û wê giraniyê bidin ser afirandina derfetên kar.

Zeyat Ceylan jî bi bîr xist ku 18 sal in ew li navçeya Baglarê ya Amedê ye û got, "Baglar ji aliyê şêniyan ve navçeya herî mezin a Amedê ye. Salên 90'î ji ber şerê qirêj koçberiya herî zêde ber bi Baglarê bû. Lewma pirsgirêkên aboriyê yên navçeyê roj bi roj mezin bûn. Li gorî navçeyên din rêjeya bêkariyê gelekî bilind e. Ji aliyê desthilatdariyan ve heta niha gelekî hatiye mexdûrkirin û hîn jî tê mexdûrkirin."

Ceylan anî ziman wê bi gel re tevbigerin û li gorî tespît, daxwaz û esasên gel kar bikin.

ZUBEYDE ZUMRUT KÎ YE?

Zumrut sala 1967'an li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ji dayik bû, piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê neçar ma bi malbata xwe re koçî Çûkûrovayê bike. Sala 1986'an hat Amedê û dest bi karên siyasî kir. Zumrut sala 1994'an karên xwe li navçeya Baglarê dewam kir û bi rengekî çalak cihê xwe di avakirina baskê jinan ê siyaseta Kurd de girt. Di nava DEHAP, HADEP, DTP û BDP'ê de bi berpirsyarî rabû. Sala 2012'an Hevseroka DBP'ê ya Amedê bû. Zurmut ku demekê hate girtin, di nava HDP'ê de jî cihê xwe di Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî de girt.

ZEYAT CEYLAN KÎ YE?

Zeyat Ceylan sala 1968'an li navçeya Hezro ya Amedê ji dayik bû. Li zanîngeha Sêrtê beşa mamostetiyê qedand û 2 salan li Şirnexê mamostetî kir. Sala 1998'an hat Amedê û li vir ji aliyekî ve mamostetî kir, li aliyê din tevlî karê pêşvebirin û hînkirina Kurdî kir. Tevlî karê Kurdî-Der, Egîtîm-Senê bû. Piştî ku sala 2016'an bi biryarnameyê ji kar hate derxistin, karê xwe yê li ser ziman bi rengekî hîn profesyonel dewam kir.