Namzet Duşunmez: Rojeva min a sereke bidawîkirina tecrîdê ye

Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Onur Duşunmez diyar kir ku rojeva wî ya sereke wê têkoşîna li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Onur Duşunmez anî ziman ku, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêkên li Colemêrgê ew ê ked bide.

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên hilbijartinên 14'ê Gulanê diyar bûn. Colemêrgê 3 wekîlan hildibijêre. Partiya Çep a Kesk li Colemergê Wezîr Coşkun Parlak, Oznur Partîn û Onur Duşunmez wekî namzet nîşan dan.

NAMZETÊ PARTIYA ÇEP A KESK A COLEMÊRGÊ DUŞUNMEZ KÎ YE?

Parêzer Onur Duşunmez di 16'ê Mijdara 1990'an de li navçeya Gever ya Colemêrgê ji dayik bû. Duşunmez piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Geverê qedand, di sala 2012'an de li Zanîngeha Dîcleyê dest xwendina beşa hiqûqê kir û di sala 2016'an de mezûn bû. Duşunmez ê ku piştî stajyera xwe ya li Stenbolê dest bi karê parêzeriyê kir, piştî sala 2017’an li Geverê bi cih bû û li wir karê xwe yê parêzeriyê domand. Di sala 2019’an de bû endamê Lijneya Rêveber a Baroya Colemêrgê, di sala 2020’an de jî sekreteriya Projeya Piştgiriya Parêzvanên Mafên Mirovan ku projeya hevpar a İHD û TÎHV’ê ye li Bakurê Kurdistanê kir. Duşunmez ku di dozên Kobanê û JÎTEM'ê de parêzerî kir, ji sala 2022'yan û vir ve Hevserokatiya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê ya Şaxa Colemêrgê kir. Duşunmez bi Kurdî, Tirkî û Îngilîzî ya asta navîn dizane.

'ROJEVA MIN A SEREKE RAKIRINA TECRÎDÊ YE'

Duşunmez ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojeva sereke ye û ji bo ku tecrîd li hemû welêt bibe rojeva sereke ew ê bikeve nav hewldanan. Duşunmez anî ziman ku ew di dozên civakî yên wekî Kobanê û JÎTEM'ê de jî parêzeriyê dike û destnîşan kir ku ew dixwazin bi pêkanînên li vir di guhertina polîtîkaya dewletê de rola xwe bilîzin. Duşunmez diyar kir ku ew ê hewl bidin bi taybetî li Colemêrgê projeyên têkildarî bêkarî û bêzariyê di nav ciwanan de pêş bixin.