Nahêlin ku Koçer biçin zozanên Faraşînê

Her sal Koçer ji Cizîrê diçûne zoza Faraşînê ya Elkê. Dewlet îsal bi hincetên trajîkomîk destûr nade ku Koçer biçin.

Sedema ku nahêlin ku Koçer biçin zozana Faraşînê jî ‘weqeya çêlekê ye ku keno pê ketiye’ ku beriya bi 2 mehan li Meydana Sîneklî ya Elkê diyar bûbû.

Bi hatina biharê re koça ber bi zozanan ve ya Ciziriyan dest pê kir. Bi koçê re dijwarî û zehmetiyan jî dest pê kir. Rêwitiyên dijwar û giran li hêlekê li pêş koçeran kêşeya mezin qedexeyên li ser zozan in. Zozanên ku wê Koçer biçinê bi hincetên ‘operasyon’, ‘herêmên taybet ê ewlehiyê’ têne qedexekirin, bi qedexeyeke sosret nehiştin ku îsal koçerên Cizîrê biçine Elkê. Beriya bi 2 mehan li Meydana Sîneklî ya Elkê nexweşiya keno bi çêlekekê re hatibû dîtin, rayedarên Qeymeqamiyê û Midûrîyeta Cotkariyê ev kire hincet ku qedexe danî ku ajal di vir re derbas bibin.

’25 GUND Û GUNDIK KETIN BER QEDEXEYÊ’

Osman Aslan ê ku bi eslê xwe ji Faraşînê ye bi keriyê xwe yê pez ku nêzî 1500’yî ye, bi rojan e li bendê ye ku ji Cizîrê biçe zozanên Faraşînê, li gel ku ajalên wî derzîkirî, tomarkirî û tendiristiya wan baş e jî, bi hinceta keno ya ku Sibatê li Elkê hatiye dîtin, nahêlin ku derbas dibe. Aslan diyar kir ku serî li hemû destûrên fermî daye, Midûrîyeta Cotkariyê ya Elkê û Qeymeqamiyê bi hinceta ku ‘li herêmê keno heye’ destûrê nadinê û diyar kir ku 25 gund û gundik ketine ber qedexeyê.

Aslan diyar kir, li Cizîrê germahî zêde dibe û ji ber vê jî ajal yek bi yek dimirin, divê demildest biçe zozanan an na ajalên wî hemû wê bimirin.

HINCETA KENO HEYE NE RAST E

Aslan diyar kir her bihar ew diçe Faraşînê, her demê qedexeyan li ber wan datînin lê cara pêşî ye ku bi hinceteke wiha komîk re hevrû dibe û got, ‘’Derdora Elkê jixwe hatiye qedexekirin. Herêma ku em ê biçinê jî dibêjin keno heye û qedexe kirine. Ev hincet in. Ne rast in. Nahêlin ku ajalên me derbas bibin. Tekana cihê derbasbûnê Meydana Sînekliyê ye. Lê bi hinceta ku li vê derê nexweşiya keno bi çêlekekê ketiye, nahêlin ku em derbasî 25 gund û gundikî bibin. Ev ne karê êqil e. Hinceteke dî nebû? Xwedê jê razî. Ev kenoyeke çawa ye ku ji Sibatê ve dewam dike. Ev hemû hincet in. Dixwazin ku em ji birçîna bimirin.’’

Aslan diyar kir ku êdî pir dereng e ku ew ajalên xwe bibin zozanên dî û tekana çareya wan Faraşîn e û got, bêyî ti hincetî divê destûra wan bidin.