NÇÊ: Biryara DYA bêrêziya li dijî vîna gelê Kurd e

Hunermendên NÇÊ’ê bi daxuyaniyekê biryara DYA ya li dijî pêşengên PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan şermezar kir.

Navenda Çanda Êzidxanê daxuyaniyek da û biryara xelatkirinê ya DYA ya li ser sê têkoşerên Kurd Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Kayayilan şermezar kir û biryara DYA’yê weke bêrêziya li dijî vîna gelê Kurd nîşan da.

NÇÊ da xuyakirin ku nabe ti caran xebat û têkoşîna gelê Kurd bi kiryarên terorîstan re bibe yek.
Navenda Çanda Êzidxanê bibîr xist ku PKK, ji bo parstina mafê gelê Kurd têdikoşe, ji bo vê ye divê gelê Kurd divê li vîna xwe xwedî derkeve.

Her wiha NÇÊ bang kir ku divê hemû qad bibin qadên serhildanê.