Demîrtaş: Êrîşa dagirkeriyê ji bo wan ne destpêk dawî ye!

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Nurettîn Demîrtaş li ser êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, êrîşa dagirker ''ji bo wan ne destpêk lê dawî ye''.

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Nurettîn Demîrtaş got starta Şerê Cîhanê yê 3'yan 9'ê Cotmehê bi derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyê dest pê kiriye û bingeha krîza îro ya Rojhilata Navîn de komploya navnetewî ya li ser Ocalan e. Demîrtaş her wiha got êrîşeke pêkan a Tirkiyê ya li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê wê bibe dawiya faşîzma Tirkiyê.

STARTA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3'YAN 9'Ê COTMEHA 1998'AN HATIYE DAYIN

Demîrtaş li ser salvegera destpêka komploya 9'ê Cotmehê got, ''Di salvgera komploya navnetewî de, di serî de Rêber Apo ku ev 21 sal in li dijî komployê têkoşîneke bêhempa dide slav dikin, di serî de hevrê Halît Oral ku li dijî komployê bedana xwe dayî ber êgir û kirî barîkat, hemû şehîdên ''Hûn nikarin roja me tarî bikin'' bi hurmetdarû minetdariyeke mezin bi bîr tînin.''

Demîrtaş got, ''Starta şerê cîhanê yê 3'an bi komploya navnetewî ya ya li ser Rêber Apo, 9'ê Cotmeha 1998'an'' ji hêla kapîtalîzma global ve hatiye dayin û sedema wê jî ew e ku berxwedanê gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye îlham û hemû planên emperyalîstan serûbino kiriye. Demîrtaş got, ''Bi komployê hatiye xwestin ku gel bêalternatîf werin hiştin, pêşiya nokeriyê heta dawiyê hatiye vekirin.''

Demîrtaş got li dijî polîtîkayên ku wan deman hatî dayirkirin û bi rengê komployê hatî rêveberin, xeta berxwedanê ya demokratîk dev ji tasfiyebûnê biqerin geştir bûye û rayên xwe bi dil, hiş, jiyana çandî û sosyal û berxwedana gelên Rojhilata Navîn de berdaye.

Demîrtaş got, ''Di salvegera komployê de faşîzma AKP-MHP'ê ku dixwazin destkeftiyên demokratîk ên gelên Kurd, Ereb û gelên din tine bikin hewl didin ku şerê gemarî û êrîşên dagirker li her deverê berbelav bikin.''

Demîrtaş bi domdarî diyar kir bi têkoşîna wan êdî hevsengên siyasî ne mîna yên sala 1998'an in, hem di nav gelên Kurd û Ereb de hevalbendiya stratejîk hatiye danîn û hem jî dewletên ku dijminatiya li gelê Kurd û Ereb dikin mîna berê bi her asê nikarin hevalbendiyê bikin, berjewendiyên wan li hev nakin. Demîrtaş got, ''Ji vê jî girîngtir rewşa şoreşê ye, her ku kaos, krîz, êrîş, şer giran dibe, derdikeve holê.''

Demîrtaş got, ''Ti guman jê nayê kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi berxwedana serkeftî ya li dijî DAÎŞ'ê û bi xebatên avakirina demokratîk kirî bi hemû gelên  cîhanê sempatîk bibin, li dijî gefa dagirkeriya faşîzma Tirk û êrîşan wê hêzeke mezin a moralê û bi desteka gelan heta dawî li ber xwe bidin.''

BERSIVA WATEDAR AVAKIRINA ENIYA BERXWEDANA NAVNETEWÎ YE

Demîrtaş bi domdarî got bersiva herî watedar a di salvgera komploya navnetewî de eniya berxwedanê ye, li ser haziriyên dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, ''Heke DYE nexwaze Tirkiye nikare êrîşê bîne. Ji her êrîşê wê ew jî berpirs bin. Lê dema ku êrîşê dest pê kir, ji vê saetê û şûn de dewlet çi dibêjin wê zêde ne diyarker be, encamê wê berxwedana gelên me diyar bike.''

Demîrtaş her wiha bang li gelên cihanê, sosyalîst, şoreşger, demokrat û hemû dostên gelê Kurd kir ku bi giyanê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê eniya berxwedanê ya enternasyolîst were avakirin û li dijî êrîşkariya faşîzmê bi berxwedanê bersivê bidin.

DIVÊ HER KES LI GORÎ ŞER BIKEVE POZÎSYONÊ

Demîrtaş got, ''Şerê ku niha li dar e wê bibe şerê dawî û faşîzmê bi rengekî ku careke dî nikaribe rabe bike gornê. Bi vê re wê faşîzm were hilweşandin û dawî li rewşa girtîbûna fizikî ya  Rêbertiya me were. Tenê ku Rêber Apo azad bibe wê komploya navnetewî bi hemû encamên xwe biqede. Bi serkeftina şerê dawî yê mezin wê ev bêrîkirina me bi cih were.

Gelê me yê ku ji yana bê Rêbertî qebûl nake û ji bo vê ti caran berxwedan bernedayî, wê êrîşên dagirker ku dixwaze hemû destkefiyên 20 salî yên çandî û siyasî tine  bike qebûl neke û heta dawiyê li ber xwe bide.''

Demîrtaş got ji bo jiyaneke azad û birûmet divê eniya berxwedanê li her deverê were geşkirin, bal kişande ser berxwedana li Ewropayê ya li dijî dagirkeriyê ya bi pêşengiya hunermendan û got, ''Em ji vir berxwedana wan a birûmet slav dikin. Azadî nebe jiyan jî nabe. Huner tenê bi pêşengiya vê berxwedana azadiyê dikare were geşkirin. Li her deverê divê xwe li gorî vê rêxistiniya xwe bike, jiyana xwe li gorî vê biguherîne. Mirov nikare wiha tevbigere, weke ku di demên normal de dijî. Her kes divê plansaziya xwe li gorî vê bike, li gorî şer pozîsyona xwe diyar bike.''

ÊRÎŞÊN DAGIRKER JI BO WAN NE DESTPÊK LÊ DAWÎ YE!

Demîrtaş herî dawî got, ''Bi berxwedana ku her roj me geş kirî me ji vê rejîma devbixwîn hesab pirsî, em ê bipirsin. Niha tam dema wê ye ku  mirov li bîranîna wan mirovên xweşik, li şehîdên demokrasiyê xwedî derkeve û faşîzmê hiweşîne.

Êrîşa dagirker wê ji bo wan ne destpêk lê dawî be. Tekane tişta ku wê dawiya wan bîne berxwedana azadiyê ya gelê me ye. Dema wê ye ku em her tiştî deynini aliyekî û li dijî dagirkerî û şer li ber xwe bidin. Bi gotina, ''An azadî an jî ne tiştekî dî! An azadî an azadî!'' niha dema wê ye ku em berxwedana ku wê dawî li faşîzmê bîne, geş û gur bikin.''