MXDŞ’ê li ser lihevkirina Bexda-Hewlêrê daxuyaniyek da

Meclîsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) ragihand ku ti biryarek ku vîna civaka Êzidî li ber çav neyê girtin wê bê encam bimîne û got; “Ti guhertin û guftûgoyên em têde nebin,qebûl nekin.”

Meclîsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) li ser lihevkirina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ya duh li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) wiha ye:

“Weke tê zanîn bi hedefa tunekirin û nehêlana civaka Êzidî di bin sîwan û desthilatên cuda cuda siyaseta qirkirin û tunekirinê li vê civakê pêkhatiye. Herî dawî 3’yê Tebaxa 2014’an bi armanca jenosîd pêkanînê piştî radestkirina Şengalê ji aliyê PDK’ê ve û xwedîderneketina hikumeta Iraqê DAIŞ’ê komkujî li ser gelê me pêkanî, lê dijmin hedefa danîbû pêşiya xwe nikarîbû pêk bîne. Ev rewş berevajî çêbû. Civaka Êzidî xwe kir hêz, îrade û berxwedanî kir. Bedelêm mezin dan û pêşiya dijmina girt. Berî sala 2014’an îrade û siyaseta partiyên siyasî li ser Êzidiya dihat ferz kirin, lê ev derbas bû. Ne civak civaka berêye û ne dem dema berêye.

‘BÊ VÎNA ÊZIDIYAN TI ENCAMEK NAYÊ BIDESTXISTIN’

Wake Rêveberiya Xweser a Şengalê em rewşa giştî dişopînin, di nav de pêşketinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser deverên bi nakok, mada 140 guftûgo û nîqaş tên kirin. Herî dawî lihevkirina 9’ê Cotmehê çêbû. Li ser Şengalê hinek lihevkirin hatin kirin. Bêyî nêrîna Êzidiya û pêkhat e û gelê Şengalê, civîna xwe her du aliyan weke encamdayî binav kirin û ragihandin. Lê nîqaş çi dibe, li ku dibe çareserî ji bo Şengalê biryar û proje bê ku nêrînê Êzidiya werin esasgirtin wê siyaseta ferzkirinê encamnegire. ji bo wê em jî vê rewşa heyî dibînin û ji nêz ve dişopînin. Nîqaş dikin. Em dixwazin bigehin qenahetekê ka berjewendiyê civaka me li kuderêne û nakokiyê kê li ser van devera hene. Em ji bo berjewendîyê civaka werin parastin û garantî û statûya Şengalê mayînde bibin, dixwazin bigehin nêrîneke hevbeş ku têde îrade û hebûna civaka me bi azadane were îfadekirin.

Ev 6 sale Şengal ji aliyê me de tê rêveberin ti pirsgirêk derneket. Me xizmeta gelê xwe kir, em ê dewam jî bikin.

Yan jî na wê biryar û li hevhatinên dervey nêrînê me weke Êzidî li derveyî îrade vê civaka berxwedêr bikevin û bê encam bimînin û piratîk nebe .

Herî dawî em dibejin bi kurtasî ti guhertin û guftogoyên em têde nebin, em ê qebul nekin. Em jî nîqaş dikin û nîqaşên me li ser berjewendiyên vî gelî ne.

Ji bo ev nîqaş bigihe encama xwe, pêwîste em weke aliyeke esasî werim girtin û nas kirin. Ji derveyî wê tu nîqaş û danûstandin nayê qebul kirin. Wê ev bi me re were çareser kirin. Herî dawî em bi nîqaşan re ne, em aştiyê re ne. Em bi çareseriyê re ne lê ev çareserî li gorî rastiya Şengal û pêkhatiyê wê bin.

Herî dawî em bang li hemî pêkhateyên Şengalê dikin ku li henberî biryarê li ser wan tê kirin bêdeng nebin û bê helwst nemînin.”