MXDŞ'ê li dijî komkujiyên gengaz ên mîna Helebçeyê bang kir

MXDŞ'ê diyar kir ku dijminên Kurdan eger derfetê bibînin wê mîna Helebçeyê komkujiyên nû bînin serê Kurdan û li dijî vê yekê bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku xwe bi rêxistin bike.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji ber salvegera 33'an a komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji ber kîmyabarana 16'ê Adara 1988'an li Helebçeyê herî kêm 5 hezar kUrd bûn qurbanî û bi navê MXDŞ'ê sersaxî ji tevahiya civaka Kurdistanê û malbatên qurbaniyan hate xwestin.

MXDŞ'ê diyar kir ku dijminên dagirker hîn jî li ser projeyên mîna beriya 33 salan dixebitin û eger derfetê bibînin wê mîna Helebçeyê komkujiyên nû bikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê gelê Kurdistanê li dijî van hewldanan xwe bi rêxistin bike û li ber hewldanên dijmin rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Kiryarên Helebçeyê heya roja îro li Efrîn, Serêkanî û beriya 6 salan li Şengalê jî dubare bûn. Çawa ku komkujî li xelkê Helebçeyê kirin, niha jî gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi taybetî li wan cihên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, heman kiryaran bi navên cuda li civakê dikin.

Êşa ku gelê me ê Helebçe kişandî em jî wê êşê dikêşînin, kiryarên li himberî gelê Helebçeyê hatin kirin, di sala 2014'an de li himberî civaka meya Êzidî jî hate kirin."