MXDŞ: Naskirina qirkirinê girîng e, lê naskirina Şengal a Xweser jê girîngtir e

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarê biryara Elmanyayê ya nasîna qirkirina Êzidiyan got, “Em gihîştine wê baweriyê, eger Şengal ne xweser be, wê pêşî li fermanan neyê girtin. Pêkanîna vê daxwaza civaka Êzidî pêwîste were pejirandin.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarê biryara hikûmeta Elmanyayê ya nasîna qirkirina Êzidiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand. MXDŞ’ê destnîşan kir ku, tenê bi gotinê nabe divê welatên ev komkujî wek qirkirinê naskirine di aliyê pratîkî de kar û xebatên xwe bidin meşandin. Her wiha Meclisê bang li welatên navneteweyî kir ku kesên bûna sedema Fermanê bên darizanidin.

Di daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de ev tişt hatin gotin:

“Di serî de em spasiya  dewleta Elman û hemû perlemanterên perlemantoya wî welatî dikin ku di biryara jenosît naskirina komkujiya Êzdiyan de destek dane. Ev biryar ji bo civaka Êzidî girînge û pêwîste hemû welatên din jî vê komkujiyê wek jenosît nas bikin.

Di bendên biryarê de qebûlkirina wan zarokên ji çeteyên DAÎŞ’ê çêbûne, pêwîste li birçav bê derbaskirin, ji ber ku di nava civak me de nayê qebûlkirin. Erka li ser Meclisa Ruhanî ya Êzidiyane li ser vê mijarê bisekine.

Ferman û qirkina Êzidiyan heta niha bi dawî nebûya, PDK’ê ku sedema Fermanê ye li ser gelê me yê koçber siyasetê dike. Wan ji berjewendiyên xwe yê hizbî re bikartîne û dike dijminê koka wan. Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an jî heman plana tinekirina Êzidiyane, ev peyman me ji berê de wek fermana dibin navê qanûnê de bi nav kir. Em bang li hemû welatên ku dixwazin komkujiya Êzidiyan wek jenostî nas bikin, dikin ku peymana 9’ê Cotmehê bê betalkirin

Naskirina qirkirinê girînge, lê ji wê girîngtir pêşîgirtina li fermana gel e. Em gihîştine wê baweriyê, eger Şengal ne xweser be, wê pêşî li fermanan neyê girtin. Pêkanîna vê daxwaza civaka Êzidî pêwîste were pejirandin.”