MSD: Peymana li Astana wê mirin û talanê zêde bike!

MSD'ê li ser peymana li Astanayê got, "Ev peyman, di navbera dewletên garantor û rejîma Sûriyeyê de parvekirina serweriyê ye."

Rûsya, Îran û Tirkiye di 4’ê Gulanê de, li ser diyarkirin 'Herêmên kêmkirina şer' ku Humis, Hema, Idlib, paytexta Sûriya Şam digire nav xwe, lihev kirin. Lê Herêmên ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji vê hevpeymanê hatine dûrxistin.

Der barê mijarê de MSD’ê daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ji hemû peymanên ku rijandina xwînê li Sûriyê rawestînin wiha anî ziman: "Danûstandinên dawî yên Astanayê di navbera nûnerên komên çekdar û şandeya rejîma Sûriyê de, bi sponseriyek sêalî ya Rûsî, Îranî û Tirkî pêk hatin. Di encama van danûstandinan de, li ser avakirina 4 herêmên ku şer lê bê kêmkirin û ji aliyê welatên sponser bên şopandin, hat lihevirin. Em di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de hemû peymanên ku wê rijandina xwînê li Sûriyê rawestînin, qebûl dikin."

MSD’ê 'Herêmên kêmkirina şer' weke 'lihevkirina parvekirina serweriyê di navbera welatên sponser de' bi nav kir û wiha pê de çû: "Di heman demê de ev peymana ku erdnîgariya Sûriyê bi gîştî nagire nav xwe, nîşan dide ku her çar herêmên hatine binavkirin, herêmên parvekirina serweriyê di navbera welatên sponser û rejîma Sûriyê de ne. Lewra ti berjewendiyek gelê Sûriyê di vê peymanê de nîne."

Meclîsê metirsiyên xwe ku ev peyman şer veguhezîne ber bi herêmên bi ewle û Sûriyê parçe bike, parve kirin û daxuyanî wiha domand: "Em di metirsiyê de ne ku ev peyman aloziyê veguhezîne herêmên ewle yên li Sûriyê. Ev proje wê yekîtiya axa welat û gelê wê parçe bike û aloziya Sûriyê derbasî çerxek nû û metisîdar a nakokiyên nijadî û mezhebî dike. Ew ê kuştin û wêraniyê zêde bike."

MSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe tekez kir ku ew ê şerê li hember terorê û xebata misogerkirina projeya federaliyê bidomînin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em ê ji bo rawestandina şer û dawîkirina êşa gelê xwe bi hemû aliyên peywendîdar re bixebitin. Desketiyên QSD’ê jî nîşana vê yekê ne ku em ê şerê xwe yê li hember terorê rawestînin û projeya xwe ya niştimanî ya demokratîk a Sûriyeya Federal a Demokratîk bidomînin. Ew çareseriya tekane ya aloziya Sûriyê û riya derxistina welat ji vê riya tarî ye.

Em bang li welatên Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê dikin ku xwe nêzî hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bikin, ji ber ku ne pêkane aloziya Sûriyê dûrî berçavkirina rastiya hebûna Sûrî li ser erdê, bê çareserkirin."