'Modela hevserokatiyê destketiya herî mezin e'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz diyar kir, modela hevserokatiyê encameke têkoşîna azadiyê ya 40 salî ye û got, "Jin li her qada jiyanê têdikoşin. Di nava partiyên siyasî de û li gelek qadan li ser modela hevserokatiyê bi biryar in."

Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz diyar kir ku modela hevserokatiyê di çarçoveya Têkoşîna Azadiya Gelên Kurdistanê ya 40 salî û paradîgma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de derketiye holê û got, "Jin li her qada jiyanê têdikoşin. Jin di nava jiyanê de, partiyê siyasî û li gelek qadan li ser modela hevseroktiyê bi biryar in."

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Salîha Aydenîz li ser modela hevserokatiyê û girîngiya nûneriya jinan a li qada siyasetê axivî.

'DESTKETIYA HERÎ MEZIN E'

Aydenîz da zanîn ku yek ji destketiyên herî mezin ên têkoşîna azadiyê ya jinan modela hevserokatiyê ye û got, "Modela hevserokatiyê di çarçoveya Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurdistanê de ya 40 salî û paradîgma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye afirandin. Jin li her qada jiyanê têdikoşin. Jin li nava partiyên siyasî û li gelek qadan di modela hevseroktiyê bi biryar in. Ev model jî yek ji destketiyên herî mezin e. Modela hevserokatiyê nêrîna civakê ya desthilatdar û zilam guherand. Nûnertiya hevpar nûnertiya demokrasî û azadiyê ye. Nûnertiya hevpar nûnertiya paşeroja gelan e."

'EV MODEL LI DIJÎ PERGALA DEWLETÊ YE'

Aydenîz anî ziman ku modela hevserokatiyê li dijî pergala dewletê ye û wiha pê de çû: "Modela heyî desthilatdariyê qebe û dagirker pênase dike. Desthilatdarî li ser pergala yekperestiyê rêveberiya xwe ava dike. Modela hevserokatiyê li dijî pergala dewletê ya zilam di nava civakê de nêrînê diguherîne. Modela hevserokatiyê li dijî newekheviya zayendiyê cudahiyê diafirîne. Ev modela hevserokatiyê ne tenê ji bo jin û zilaman e. Di heman demê ev model ji bo çand, dîn, ziman û neteweyên cuda ye."

'LI KURDISTANÊ JIN DI HER ALÎ DE LI ENIYÊN PÊŞ IN'

Aydenîz destnîşan kir, hişmendiya zilam encax bi hişmendiya jinê dikare were şikandin û ev tişt got: "Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurdistanê ev yek li Rojava jî nîşan da. Jinên Kurd li Rojava li aliyekî di eniya şer de ne li aliyê din ji bo afirandina jiyanê di nava têkoşînê de bûn. Her wiha di aliyê înşayê de jî jinan di asta herî pêş de rol û rista xwe lîstin. Dema ku mirov li dîroka dinyayê dinêre, di dema şer an jî şoreşan de jinan her tim rola xwe lîstine. Di warê siyasetê de pergala dewletê jin di malê de dîl girtiye. Lê ev yek di Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd e cuda ye û di Têkoşîna Kurdan de jin di aliyê civakê, şer û şoreşan de li eniya pêş in û cihê xwe di siyasetê de digirin."

'CIVAK WÊ BI TÊKOŞÎNA JINAN RIZGAR BIBE'

Aydenîz diyar kir, nîvê civakê jin in, ev nûneriya jinan gelek girîng e û wiha got: "Jinan têkoşîneke mezin afirandine. Yên barê herî giran dane ser milên xwe jin in. Heta jin di siyasetê hebin wê pergala serdest a mêr jî bê hilweşandin, pergala wekhev a azadiya jinê bê avakirin. Girîngiya nûneriya jinê me di partiya xwe de dîtiye. Di dema destpêkê ya tevgera siyasî ya Kurd de jî jin tên dîtin. Lê ev xurtbûn piştre pêk hat. Roj bi roj jin xurt bûn. Her ku jin xurt bûn pêngava azadiyê jî xurt bû."