Mizrakli: Em ê hêviya gelê xwe mezin bikin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli got, "Em ê hêviya gelê xwe mezin bikin. Em ê bi hev re birînên gelê xwe yê li Sûrê bipêçin."

Adnan Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Ûyanik, bi rêjeya 62.93 ji sedî ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin hilbijartin û 16 roj piştî hilbijartinê dest bi wezîfeya xwe ya li avahiya şaredariyê kirin. Mizrakli 16'ê Nîsanê ji Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) mazbataya xwe wergirt û bi dayikan, ciwanan û şêniyên bajêr re kete nava avahiya şaredariyê û destpêkê bendên li pêşiya şaredariyê hatibûn danîn rakirin.

Mizrakli diyar kir, hem di dema qeyûm de hem jî salên dawî di nava civakê de gelek birîn vebûne û got, "Partiyên ji kevneşopiya HDP'ê, karê herî girîng ê bikin ew e ku hêviyê mezin bikin û baweriya bi paşerojê xurt bikin."

Mizrakli destnîşan kir, gelekî girîng e ku pêşî li aştiyê were vekirin, enerjiya jiyana bi hev re ya hemû cudahî, nasname û baweriyan a vê cografyayê bê afirandin.

'EM Ê HÊVIYA GELÊ XWE MEZIN BIKIN'

Mizrakli got, "Divê mirov hêvî û baweriyê xurt bikin. Dema ku ev hate kirin bêguman ji aliyê sosyo-ekonomîk ve jî wê pêşketin çêbibe" û ragihand, "Herêma me ew cografya ye ku dîrokê lê dest pê kiriye, lewma xwedî çavkaniyên dewlemend e. Rastiyeke sedsala 21'ê heye. Eger li cihê ku hûn lê ji dayik bûne xwarin, av û enerjiya we ya ku hûn karibin xwe pê xwedî bikin hebe, wê demê hûn civakên bextewar in. Bi me re ev hemû hene. Lê di heman demê de îradeyeke xurt a mirov û civakî jî heye. Lewma em ê vê kapasîteyê xurt bikin, hêviya gelê xwe mezin bikin û li ser bingeha aştiyê karê xwe bikin."

'EM Ê BIRÎNÊN LI SÛRÊ BI HEV RE BIPÊÇIN'

Mizrakli li ser mexdûriyeta şêniyên Sûrê ku cih û warê wan ji aliyê tank û topên dewleta Tirk ve hate hilweşandin û piştre bi navê 'veguherîna bajarvaniyê' taxên ku şer lê neqewimî jî hatin hilweşandin, axivî. Mizrakli got, "Şaredariya me ya Baglarê ya hate desteserkirin ne di nav de, partiya me hemû navçeyên navendî wergirt. Lê belê em ne tenê weke meseleye şaredarî ya jî rêeberiya xwecihî li mijarê dinerin. Li navçeya me ya Sûrê ji aliyê demografîk, çandî, civakî, aborî, psîkolojîk û hestewariyê de xisarên cidî rû da. Dîrok û ekolojiya wê jî hate hilweşandin. Dema ku mirov hewl bidin van hemûyan sererast bikin, nabe ku mirov tenê ji aliyekî ve lê binerin. Eger hûn beriya her tiştî mirovên li wir li hev necivînin û bi wan re kar nekin, her gava hûn biavêjin wê kêm e. Di heman demê de divê saziyên ku dilê xwe ji vî bajarî re dixwaze jî tevlî vî karî bên kirin. Ji bo pêçandina wan birînan, pêwîstî bi planeke çalakiyê ya cidî heye ku hêz û saziyên jê fêhm dikin jî tevlî bibin. Ji bo hemû bi hev re bên kirin, salên dawî gelek karên me hebûn. Em ê hêza xwe ya rêveberiya xwecihî jî li vî karî zêde bikin û bi hev re plansaziya wê bikin."