Miradê Mirada: Xwendina Arjen Arî naskirina welatê me ye

Helbestvanê ciwan Mİradê Mirada ku îsal hêjayî xelata Pêşbirka Helbestan a 6'emîn a Arjen Arîn hate dîtin got, "Bi xwendina Arjen mirov dikarin welatê xwe û çiyayên xwe nas bikin. Arjen Arîn wê timî bibe pêşengê me."

Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 6'emîn ku îsal ji aliyê Weşanên Sor ve hate amadekirin li Amedê pêk hat. Pêşbirk bi navê yek ji helbestvanên wêjeya nûjen a Kurd Arjen Arî hate kirin. Mİradê Mirada bi helbesta xwe "Radîşo" hêjayî xelata îsal hate dîtin. Miradê Mirada diyar kir ku daxwaza xwedîderketina li zimanê Kurd a ku di helbestên Arjen Arî de hate destnîşankirin bandor li wî kiriye.

Miradê Mirada got, "Min guh da dengê Arjen û giranî da ser xwendina bi Kurdî. Piştre min xwest bi Kurdî hin tiştan hilberînim. Bi vî rengî helbesta min Radîşa afirî. Helbest tiştekî welê ye ku mirov dikarin bi rêya wê êşên gelê xwe vebêjin. Di nava civakê de rola helbestê gelekî girîng e. Ji ber vê yekê Arjen Arî wê timî bibe pêşengê me."

'BERPIRSYARIYEKE VÊ XELATÊ HEYE'

Mirada destnîşan kir ku ev xelat ji bo wî bûye moraleke mezin û got, "Ev xelat gelekî girîng e û berpirsyariyeke xwe heye. Ev berpirsyarî di heman demê de wê bike ku ez bêhtir giraniyê bidim ser karê xwe. Ji ber ku Arjen Arî ti carî dest ji nivîsandina helbestan bernedabû. Arjen Arî 15-20 berhemên ji helbest û çîrokan afirand. Wê timî ji bo min bibe hêzek."

Mirada xwest ku her kes helbestên Arjen Arî bixwîne, li nivîskarên mîna wî bibin xwedî û got, "Dixwazim ku nivîskarên mîna Arjen bixwînin, nas bikin. Ji ber ku dema mirovan Arjen xwend hingî her devera welatê xwe, çiyayên xwe nas dikin."