Minbiciyan, Macîd Hemdûş defin kir
Minbêciyan, cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Macîd Hemdûş veşartin.
Minbêciyan, cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Macîd Hemdûş veşartin.
Welatiyên Minbicê ji bo oxir kirina şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Macid Hemdûş li çerxeriya El-Metahin kom bûn û endamên Saziya Malbatên Şehîdan ên cenazeya Macid Hemdûş ji nexweşxaneya Kobanê wergirtin.. Girseya gel ber bi goristana gundê Hac Ebdîn ve bi rê ketin.
Bi gihîştina goristanê re şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê merasîmek leşkerî li dar xistin.
Piştî merasîmê endama Meclîsa Sivîl a Minbicê Zeyneb Qenber axivî û hemû şehîdên Minbicê bibîranîn û sersaxî ji malbata Macid Hemdûş û hemû malbatên Şehîdan re xwest.
Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Îbrahîm El-Xelîf axivî û wiha got:ʺ Em ji malbatên şervanên ji bo xaka welat canê xwe feda kirine sersaxî dixwazin. Weke Saziya Malbatên Şehîdan em soz didin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê rêça şehîdan bişopîn inʺ.
Nasnameya têkoşer Macid Hemdûş hate xwendina û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` têkoşer Macid Hemdûş spartin axê.