Milîsên Mehmet Akar ên HBDH’ê li konvoya leşkerî xistin

Milîsên Mehmet Akar ên HBDH’ê ragihand ku, di 25'ê Çile de li Amedê konvoyeke leşkerî hatiye hedefgirtin û di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.

Di daxuyaniya HBDH'ê de hat ragihandin ku li Amedê li ser rêya Bismilê li dijî konvoya di nava tevgerê de çalakiyeke bombeyî hatiye lidarxistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me li ser rêya Bismilê li dijî konvoya leşkerî êrîşeke bombeyî pêk anî. Di êrîşa ku me bi du bombeyên cuda pêk anî de, konvoy piştî teqîna yekem bê tevger ma. Hedefa bombeya me ya duyemîn wesayîteke leşkerî ya Ford Ranger bû. Di encama teqîna duyemîn de me tespît kir ku di nava kesên di vê wesayîtê de mirî û birîndar hene. Me nikarî hejmarê zelal bikin. Piştî teqîna duyemîn wesayitên leşkerî bêserober gule li derdora xwe reşandin. Milîsên me bi awayekî serkeftî ji qada çalakiyê derketin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

Em dewleta Tirk a faşîst a ku her êvarê ji bo êrîşî Rojava bike gefa ‘operasyon nêz e’ dixwe, ji eniyê pişt gulebaran dikin.

Artêşa faşîst a ku êrîşên herî hovane yên bi çekên kîmyewî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, li Başûr û Rojava bi suîqestan qetil dike, li cihên ku xwe ewle dibîne em derb lêdixin.

Me got, em dîsa dibêjin. Li ser van axan, li van kolanan, li kuçeyan, li ser rêyan aramiyek ji we re nabe!

Em ê tu carî nehêlin hûn bi hêsanî tevbigerin! Em tu carî çavên xwe ji êrîşên we yên li ser xaka gerîla û Rojava re nagirin! Her roj hûn ê tirsa "ew ê îro êrîşî ku derê bikin" bijîn. Em li her derê li pey we ne. Em her gav we dişopînin. Hûn gefa wek “şevekê ji nişka ve” dikin, em jî dibêjin “em her kêliyê dikarin werin pêşiya we”! Bîr nekin! Em gel in, em li her derê ne! Li her derê çav û guhên me hene. Em ê bê guman bi ser bikevin.”