Mexmûriyan li dijî tecrîdê starta çalakiyan eşkere kir

Li Mexmûrê li dijî tecrîda li Îmraliyê, starta çalakiyan hat eşkere kirin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Duh derbazbû sibe derenge hema niha em ê tecrîdê bişkênin” bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe eşkere kirin.

Daxuyaniyê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê starta çalakiyên ku bêne kirin bi daxuyaniyek ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heta ku ew Rêberê xwe bi awayek fîzîkî azad nekin, wê çalakiyên wan berdewam bikin.”

Xurbet Îşlek starta çalakiyan eşkerekir û got: “Em ji bo raya giştî û hemû cîhanê didin diyarkirin ku di vê em yek deqe, yek roj û yek dem bêyî ku em bi serokatî re jiyan bikin derbaz nekin. Ji bo wê jî ji îro û şûn de weke gelê wargehê em ê li vir starta çalakiyên xwe eşkere bikin. Ji ber ku Rêber Apo vîn, hebûn û azadiya gelê Kurd e, ji bo wê gelê me yê Kurd ku li kuderê dibe bila bibe, hemû demildest destê xwe bidin hev ji bo azadiya Rêber Apo. Ji ber ku Rêber Apo xeta me ya sor e, ev 24 salin dibin tecrîdek girankirî de tê ragirtin ji bo wê jî em wek gelê wargehê û hem jî wek gelê Kurd vêna qebûl nakin. Her roja ku derbaz dibe fikarên ku di derbarê Rêber Apo de tên diyarkirin, me dixin di nava metirsiyê de. Ji bo wê divê demildest parêzerên Rêber Apo û malbata wî hevdîtinê li gel çêbikin ku em jî weke gelê Kurd nefesekê bistînin. Ev tecrîda girankirî bi gelê Kurd tenê ma be jî wê bê şikandin. Ji bo ev çalakî were meşandin, wê her roj di demjimêr 14:00’an de destpê bike. Di rêze bernameya çalakiyên me de semîner, dahorandinên Rêbertî, sînevîzyon, beşê çandî û hwd wê her roj bi çalakiyên cûr be cûr were dayîn û ji aliyê gel ve were ziyaret kirin.”

Piştî eşkerekirina startê, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.