Mexmûriyan êrîşa dewleta Tirk a li Silêmaniyê şermezar kirin

Xwendevan û şêniyên li wargeha Mexmûrê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar kirin.

Xwendevan û şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa ku di 7’ê Nîsanê de ji aliyê balefirên bê mirov yên dewleta dagirker a Tirk ve li ser balafirgeha navnetewî ya Silêmaniyê hatibû pêkanîn bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Bi beşdarbûna xwendevan û şêniyên wargehê daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn Mamoste Mistefa Ergen ve hate xwendin.

Mamoste Mistefa di destpêka axaftina xwe de êrîşa ku di 7’ê Nîsanê de li balafirgeha Silêmaniyê çêbûyî şermezar kir û got: “Dema em temaşe dikin li kîjan welat, bajar û parçe dibe bila bibe her tim pêşengên Kurd, kesayetên ku ji bo standina mafên hemû mirovahiyê ked dane, berdêl dane û canê xwe bexşkirine bûne hedefa êrîşan. Dîsa pêşengên Gelê Kurd yên li Rojava ku li gel berpirsên YNK’ê dema ji bo karekê kom bibûn li wir êrîşek hemberî wan pêk hat. Rejîma faşîst AKP û MHP’ê, her wiha xiyanetkarên Kurd yên di nava Kurdan de armanceka ya wan ew e ku kesayetên dengê Kurdayetiyê bilind dikin, kesayetên ku li rûmeta mirovatiyê xwedî derdikevin bikin armanc. Em jî weke hemû xwendevan, mamoste û tevahî şêniyên wargehê bang li raya giştî dikin ku li erkê xwe yê mirovbûnê xwedî derbikevin.”