Meşvanên Koyê: Gelê Kurd yek e; li ber dagirkeriyê rabin
Ciwanên Başûrî yên tevlî meşa dirêj a ji Koyê heta Behdînan bûne, diyar kirin ku dagirker û hevkarê wan wê bi ser nekevin û bang li gel kirin ku li dora gerîla bicivin.
Ciwanên Başûrî yên tevlî meşa dirêj a ji Koyê heta Behdînan bûne, diyar kirin ku dagirker û hevkarê wan wê bi ser nekevin û bang li gel kirin ku li dora gerîla bicivin.
Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Li dijî Xiyanet û Dagirkeriyê, Werin Cenga Azadiyê’ ji Koyê heta Behdînan dest bi meşeke dirêj kir. Ciwanên tevlî meşê bûne banga tevlîbûna li çalakiyan kirin. Ciwanan diyar kirin ku gerîla xaka Başûrê Kurdistanê diparêze û divê li dora gerîla bibin yek.
DENGÊ XWE BILIND BIKIN, BIBIN XWEDÎ HELWEST
Şervan Bêrîtan: Armanca me ew e dawî li xiyanet û dagirkeriyê bînin. Em jî weke ciwan û xelkê Başûr divê li ber dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyawî xwedî helwest bin. Em vê yekê qebûl nakin. Em tên qirkirin. Berî ku bi serê mirov bê, niha dema dengê xwe li ber rakirin û bûna xwedî helwest e. Em bang li xelkê xwe dikin, werin tevlî çalakiyê bibin, piştgiriyê bikin. Em bi biryar in ku xwe bigihînin Behdînanê.
WERIN TEVLÎ ÇALAKIYÊ BIBIN Û PIŞTGIRÎ BIDIN GERÎLA
Şato Mihemed: Bi armanca piştgirîkirina berxwedana gerîla me li Koyê dest bi meşeke dirêj kiriye heta Behdînanê. Em li vir bang dikin em li dijî her cûre dagikerî û hevkariya li ser xaka Kurd û Kurdistanê ne. Dijmin û hevkar nagihêjin armancên xwe. Kurd yek e, nayê parçekirin. Divê em ciwan li ber her dagirkeriyê xwedî helwest bin, piştgirî bidin gerîla.