BI DÎMEN

Meşvanên Hewlêrê gihîştin Kerkûkê

Meşa Dirêj a Ciwanên Başûrê Kurdistanê, ku ji Silêmanî bi dirûşma "Em bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê parçe bikin, Rêbertî azad bikin" dest pê kir, gihîşt Kerkûkê.

Ciwanan piştî ku duh li navçeya Çemçemalê bîrdariya Şehîdên Enfalê ziyaret kirin û hatin gundê Çîmen ê navçeya Karaîncîr a Kerkûkê, bi şev li vir man. Ciwanan danê sibehê meşa xwe dewam kirin.

Ciwanên meşa dirêj, saet di 10:00 de gihîştin Kerkûkê û saet di 14:00 de wê beşdarî çalakiya protestokirina komploya 15'ê Sibatê bibin, ku wê li xaçerêya Mamê Rişê ya li taxa Şorîceyê bê lidarxistin.

Ciwan wê piştî vê çalakiya li Kerkûkê berê xwe bidin Hewlêrê û roja 15'ê Sibatê li Hewlêrê li ber Konsolosxaneya Tirk daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.