'Meşaleya Newrozê wê ti carî venemire'

Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin ku meşale û agirê Newrozê wê ti carî venemire û gotin, li dijî Dehaq ên zalim ên vê serdemê wê ala azadiyê her li ba be.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya Newrozê ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayan diyar kirin ku Newroz ji bo gelê Kurd gelekî bi wate û girîng e û destnîşan kir ku fedaiyên gelê Kurd wê ti carî li ber polîtîkayên qirkirin û zilmê serî netewînin.

Gerîlayê HPG'ê Ramîn Lek: Beriya her tiştî Newrozê li Rêberê me, gelê me û hevrêyan hemûyan ên li çeperan li dijî dijmin şer dikin, pîroz dikim. Dijmin çi dike bila bike wê berxwedana me ya li hemberî êrîşan dewam bike. Gerîlayên azadiyê bi berxwedana xwe her roj destanan dinivîsînin. Ji Hawayê Hesinkar heta bi niha, Newroz serîhildana li ber zilmê ye. Li rojhilat û gelek deverên din ên cîhanê li dijî sîstemê serhildanek heye. Ev serhildan gelekî girîng e. Ji bo me jî gelekî pîroz e. Lewma bi wesîleya Newrozê em soza serketinê ji bo Rêber û gelê xwe dubare dikin. Li gel Newrozê 'Hefteya Lehengiyê' heye. Em li ser şopa wan lehengan e ku ji bo vê xakê xwîna xwe rijandine. Em ê têkoşîna wan lehengên xwe bidomînin ku li dijî dijminê dixwaze gelê Kurd tune bike serî hildan.

Gerîlayê HPG'ê Rizgar Amanos: Newroz ji bo me raperîn e. Çawa ku Kawayê Hesinkar li hemberî Dehaqê zalim serî hilda, Kawayê hemdem Mazlûm Dogan jî li zindana Amedê serî hilda. Hevrêyên me yên ku niha li çeperên li dijî dijmin şer dikin, li ser şopa Kawayê Hesinkar dimeşin û kevneşopiya Newrozê dewam dikin. Ji dîrokê heta bi niha Dehaqên zalim çawa ku rabûne, Kawayên berxwedêr jî her hebûne. Di vê serdemê de jî yên li ber Erdogan radibin, gerîlayên azadiyê nê. Weke fedaiyên Rêber Apo û vî gelî em ê ti carî li ber polîtîkayên zilm û qirkirinê serî netewînin. Ji bo ji Rêberê xwe û hevrêyên xwe yên li tunelan şer dikin bibin bersiv, em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin. Em ê ji ya destê me tê bêhtir bikin ku karibin hêjayî Rêberê xwe û hevrêyên xwe bin ku di bin êrîşên kîmyewî de şer dikin. Em bi vê wesîleyê Cejna Newrozê li Rêber Apo, li hevrêyên li tunelan şer dikin û tevahiya gelan pîroz dikin.

Gerîlaya YJA Starê Raperîn Zinar: Dema ku qada Newrozê tê kirin Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û şehîdên me yên li ser şopa wî meşiyan hevala Zekiye, Bêrîvan, Ronahî, Rahşan têne bîra mirovan. Ev hevrêyên me bûn sembola Newrozê. Îro li Zap, Avaşîn, Metîna bi ruhê berxwedanê yê Mazlûman, Rahşanan, Zekiyeyan têkoşîneke mezin tê kirin. Weke gerîlayên Apoyî em careke din dibêjin, meşale û agirê Newrozê wê li van çiyayan ti carî venemire. Li dijî Dehaqên zalim ên vê serdemê em ê ala xwe ya azadiyê her li ba bidin. Em careke din Newrozê gelan û Rêberê xwe pîroz dikin.