BI DÎMEN

Meşa Hewlêrê di roja dawî de ye

Ciwanên ku ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ji Silêmanî dest bi meşê kirin û berê xwe dan Hewlêrê, çalakiya xwe didomînin. Ciwan danê sibehê ji bajarokê Pirdê bi rê ketin û ber bi Hewlêrê ve dimeşin.

Meşa ku Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir û endama desteya rêveber Bêrîvan Mihemed jî tevlî bûye, wê li ber Konsolosxaneya Tirk a li Hewlêrê biqede.

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir bang li her kesî kir, ku tevlî meş û mîtîngê bibin û got, "Me ji roja destpêkê ve destek dan meşa ciwanan. Îro roja dawî ye û wê derbasî nava Hewlêrê bibin. Ev meş meşa ji bo şermezarkirina komployê ye. Em bang li gelê xwe dikin, ku bi girseyî ciwanên ev 6 roj in dimeşin, pêşwazî bike. Vîna ciwanan wê pêşî li komployê bigire û Ocalan azad bike."

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed jî heman bang kir û got, "Em vê komploya qirêj bi tundî şermezar dikin. Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşîna me ye. Rêber Apo, ji ber têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a afirand, ket zîndanê. Lewma azadiya gelê me bi azadiay Rêber Apo dibe. Ji bo destekê bidin ciwanên ku 6 roj in ji bo azadiya Rêberê me dimeşe, em îro li vir in."

Piştî ku ciwanan danê sibehê dest bi meşê kirin, hêzên asayîşa PDK'ê hêzên xwe yên li benda kontrolê ya li Pirde zêde kir. Asayîşa PDK'ê duh ji komîteya amadekar re gotibû, ew ê nehêlin ku ciwan derbasî nava Hewlêrê bibin.