Meşa Ciwanên Mexmûrê hate astengkirin
Ciwanên Mexmûr ên ku bi armaca protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê Meşa Dirêj a îro ji Mexmûr heta Hewlêrê danê sibehê dabûn destpêkirin ji aliyê Asayşa PDK’ê ve hate astengkirin.
Ciwanên Mexmûr ên ku bi armaca protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê Meşa Dirêj a îro ji Mexmûr heta Hewlêrê danê sibehê dabûn destpêkirin ji aliyê Asayşa PDK’ê ve hate astengkirin.
Meşa ciwanên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî 15’ê Sibatê ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, îro di demjimêr 09:00’an de bi tevlîbûna sedan ciwanan li navenda saziya ciwanan a Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) destpê kir.
Piştî ku çalakgerên tevî baran û semaya dijwar gihiştin Navenda Asayîşa ketina Hewlêrê de hatin astiengkirin. Tevî ku hevdîtin hatin kirin jî lê hêzên Asayîşê diyarkirin ku eger dawî li çalakiya xwe neînin wê mudaxele bikin.
Çalakgeran di dawiyê de li pêşiya Navenda Asayîşê daxuyaniyek da, her wiha helwesta hêzên Asayîşa PDK’ê şermezar kirin. Çalakgeran bi dirûşimeyên şermezarkirinê ve dawî li çalakiya xwe anîn.