Meşa Ciwanên Başûr didome

Meşa Dirêj a Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku ji bo azadiya Ocalan ji Silêmanî heta Hewlêrê dayîn destpêkirin, di roja 3. de didome.

Meşa Dirêj a Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo şermezarkirina Kompoloya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî di roja 3. de ye. Meşa ku ji bajarokê Çemçemal a Silêmaniyê destpêkirî, hat diyarkirin ku çalakgerên meşê îşev wê xwe bigîhînin bajarokê Çîmen ê Kerkûkê.

Di meşa îro de peyama Fermandara Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ya ku bi deng ji çalakgeran re hatî şand hat guhdarkirin û ev peyama bideng çoş û moralek mezin da çalakgeran. Di meşê de bê navber dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' hatin qîrkirin.

Ciwan ji bo xwe bigîhinin Hewlêrê, wê sibehê ber bi Kerkûkê ve bimeşin.