Mêrdîn 11 roj in bi biryardarî li ber xwe dide

Çalakiyên protestoyî yên li Mêrdînê li dijî desteserkirina şaredariyan tên kirin di roja 11'an de ne.

Di ser desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê re 11 roj derbas bûn. Parlamenterên HDP'î û rêveberên HDP'ê yên Mêrdînê tevî şêniyên herêmê 11 roj in li ber xwe didin. Bi vê armancê nobeda berxwedanê tê kirin. Tevî ku polîs her carê hewl didin li pêşiya nobeda berxwedanê bibin asteng, gel bi biryardarî çalakiya xwe didomîne.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz li qada çalakiyê axivî û got, "Em li vê deverê her roj çalakiya rûniştinê dikin. Li Amed, li Wanê em li ber xwe didin. Li gelek bajarên Tirkiyeyê berxwedan heye. Em li her deverê bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan didin. Welê li welêt hatiye ku ji ber polîtîkayên şaş êdî bêhn li mirovan hatiye çikandin. Ji bo gel bitirsîne qeyûman tayîn dikin."

Îpekyuz bal kişand ser kiryarên dema bihurî ya qeyûman û got, "Qeyûman destpêkê êrîşî ziman, çand û dîroka me kirin. Em hatin û me bendên wan ji holê rakirin. Tevî hemû astengiyan jî gelê me em hêjayî rêvebirinê dît." Îpekyuz destnîşan kir ku wê li ber xwe bidin, wê bêdeng nemînin.

Piştî daxuyaniyê girseya gel ber bi avahiya navçeyê ve meşiya û li wê deverê bi qîrîna dirûşm û tilîliyan dawî li çalakiya xwe anî.