Melet: Yên dimirin penaber nînin, nirxên mirovî ne

Serokê ÎHD'ê Şaxê Wanê Mûrat Melet bal kişand ser noqbûna keştiya penaberan a li Gola Wanê û got, "Berpirsyarê mirina penaberan hikumet e ku salên dawî penaberan weke amûreke bazara siyasî bi kar tîne."

Li Wanê di nava salekê de ji penaberên di sînorê Îranê de hatin 108 ji wan ji ber qezayên cuda jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî 27'ê Hezîranê keştiyeke ku tê gotin derdora 100 penaber tê de bûn noqî binê avê bû û cenazeyê 7 kesan hate dîtin, aqûbeta 93 kesî hîn nayê zanîn.

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet drama penaberan nirxand û diyar kir ku penaberî çarenûs nîne. Melet got, "Ne diyar e ku kîjan ji me kengî penaber bibe. Di rewşeke wiha de mirovahî divê biryareke hevpar bigirin. Ti welat di vê mijarê de wezîfeya xwe nake. Welatên ku qala demokrasî û mafên mirovan dikin di vê mijarê de şaşitiyên mezin dikin. Divê dewlet hemû xwedî li koçberan, penaberan derkevin û mafên bingehîn ên mirovî biparêzin. Heta ku ev nebe wê mirov jiyana xwe ji dest bidin."

Melet bi dewamî got, "Di nava du salên dawî de li keştiyên ku li Gola Wanê noqî binê avê bûn bi dehan mirovî jiyana xwe ji dest dan û diyar kir, "Gola Wanê ji bo me bihuşteke. Lê belê em naxwazin ku ev bihuşt veguhere gola cesedan."

Melet bi bîr xist ku penaberên li Tirkiyeyê weke amûrek ji bo bazariyê tên bikaranîn û got, "Êdî bi çavê bazirganiyê li penaberan dinerin. Hemû welat bi çavê sûdwergirtina ji penaberan tevdigerin. Mixaibin em nirxên xwe yên mirovî ji dest didin." Melet destnîşan kir, nabe ku ti mirov li gorî ol, ziman û rengê xwe bê nirxandin.

Melet diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî wezîfeya xwe bi têrkerî nake û got, "Di gotinê de demokrasî û mafên mirovan tînin ziman, lê di pratîkê de bi rengekî cuda tevdigerin. Penaber weke mirovên di asta duyemîn de tên dîtin. Li qada xizmetê jî keda wan tê xwarin û bi erzanî tên xebitandin. Li dinyayê eger bi vî çavî li penaberiyê dinerin divê her kes nirxên xwe yên mirovahiyê ji nû ve binirxînin."