Medya Çinar li Mêrdînê li ser gora xwe hate bîranîn

Medya Çinar ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2019'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedayî kir û dawî li jiyana xwe anî, li ser gora xwe hate bîranîn.

Girtiya siyasî Medya Çinar li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 25'ê Adara 2019'an de li dijî tecrîdê çalakiyeke fedayî kiribû û dawî li jiyana xwe anî bû.

Çinar li gundê Margikê yê navçeya Qoserê li ser gora xwe hate bîranîn.

Malbat û rêveberên HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê Çinar li ser gora wê ya li gundê Margik a bi ser navçeya Qosera Mêrdînê ve bibîr anîn. Dayikên Aştiyê jî tevli bîranînê bûn. Şandeya HDP’ê û jinan ji aliyê dayika Çinarê, Çaçan Çinar ve hat pêşwazîkirin. Li ser gorê deqîqeyek rêz hat girtin.

Hevseroka HDP’a Qoserê Aysel Ayav di bîranînê de axivî û got ew ê xwedî li têkoşîna Medya Çinar û hevalên wê derkevin û cangoriyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.

Piştre aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan jî axivî û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û destnîşan kir ku ew ê li dijî tecrîdê têbikoşin û Medyayê û cangoriyên din ji bîr nekin.

Bîranîn bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.