MED TUHAD-FED ji bo girtîgehan xwest ku deng were bilindkirin

MED TUHAD-FED ji bo ku girtiyên siyasî li derveyî guhartina înfaza cezayê hatine hiştine helwest nîşan da û bang li raya  giştî ya demokratîk kir ku bihistyar be û ji bo înfazaya cezaya wekhev û dadmend dengê xwe rake.

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED) ji bo ku girtiyên siyasî li derveyî înfazaya cezayê ya ji ber Covîd-19'ê hatin hiltin daxuyanî da û got li ser girtîgehan rîsekek mezin heye.

MED TUHAD-FED'ê diyar kir Wezareta Dadê têkilî kêmkirina înfaza cezayê di pakêta darazê de cihêkarî kiriye û got.

MED TUHAD-FED'ê bal kişande ser girtîgehan û diyar kir ji bo vîrûsa koronayê ti tevdîr nehatine girtin û vîrûsa covîd-19'ê talokeyeke mezin e li ser girtîgehan.

MED TUHAD-FED'ê got li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D'yê di nav xwarina girtiyan de lepik derketine, xwarin ne li gorî şertên hijyenê ye.

Di daxuyanyê de hate goitn li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Seydîşehîrê li dijî vîrûsa koronayê ti tevdîr nehatine standin, malzemeyên paqijiyê nadin ti girtîgehan.

Her wiha li Girtîgeha Girtî ya Şakaranê sabûnê jî nadin girtiyan û cezaxwariyan. Girtiyê bi navê Mustafa Geylanî ku li Girîgeha Bi Ewlehiya Zêde ya Nimro 2 ya  Xarpêtê li Girîgeha Tîpa E'yê tê dimîne û ji ber dadgehê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê dimîne di hicreya yek kesî de tê hiştin û ti malzemeyên paqjiyê nadinê.

Bi berdewamî hate gotin li Girîgeha Girtî ya Tîpa M'yê ya Baybûrtê li gel ku bi girtî û cezaxwariyan re şikayeta kuxikê, şewitîna qirikê heye jî testa wan nayê kirin, ti dezenfekte ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nayê kirin.

MED TUHAD-FED'ê got girtiyan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M'yê ya Êlihê ji bo ku li dijî vê newekheviya înfazê şewat derxistine.

MED TUHAD-FED'ê di serî de Wezareta Dadmendiyê ya Tirk bang li saziyên têkildar ên dewletê kir ku tevdîrên lezgîn bistîne û pirsgirêkên girtîgehan were çareserkirin û xwest ku di serî malbatên girtiyan, raya giştî ya demokratîk bihistyar be û ji bo ku yasaya înfazê bi rengekî wekhev û damend were bicih anîn dengê xwe rakir.