MED TUHAD-FED: Demildest tecrîdê dawî bikin

MED TUHAD-FED rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir ku divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.

Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), têkildarî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da.

MED TUHAD-FED bal kişand ser hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriyê û got: “Birêz Abdullah Ocalan temî hemû bê derfetî û mercên zehmet ketiye nava hewldanan li dijî polîtîkayên şer ên li Kurdistanê dewam dike aştiyê pêk bîne.”

MED TUHAD-FED diyer kir ku rê nehate dayîn ku pîrozbahî li Amara bê kirin û bi polîtîkayên li Îmralî tê şopandin dixwazin girêdana gel a bi Ocalan re qût bikin. MED TUHAD-FED’ê destnîşan kir ku tevî hemû zorî û zehemtiyan gelê Kurd li her cihê lê pîrozbahî kirine û got: “Divê tavilê tecrîd bi dawî bibe û ji bo çareseriyê divê destek bê dayîna hewldanên Ocalan.