Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê yên Mezopotamyayê (MED-DER) têkildarî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Peykerê Mafên Jiyanê ya Parka Koşûyolûya Amedê bi girseyî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hat vekirin û dowîzên “Zimanekî azad, jiyaneke azad” û “Zimaneko azad cûyeka azade” hatin rakirin. Her wiha dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” jî hate berzkirin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrguşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Namzetên parlamenteriyê û parlementerên hatin hilbijartin yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) û Meclisa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût metna kirmanckî û Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû jî metna bi kurmancî xwendin.
Metna daxuyaniyê wiha ye:
“Cejna zimanê Kurdî îsal dîsa di bin siya polîtikayên bişavtinê de tê pîrozkirin. Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’an de kovara “Hawarê” bi tîpên latînî weşand. Ji 2006’an vir ve 15’ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Vê rojê, ji aliyê saziyên Kurdan ve, gelek panel û çalakî tên lidarxistin, gelek daxuyanî tên dayîn. Bi rastî keda Celadet û hevrêyên wî, wek Kamûran Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Nûrettîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn hwd. di pêşxistina ziman û edebîyata Kurdî de zehf e. Em ji wan re sipasdar in.
Di cîhanê de, hêzên dagirker dema welatekî dagir kiriye, jê xwariye, keda wan mêtiye lê tu carî ziman û çanda wî gelî tune nehesibandiye, hebûna wî, nasnameya wî înkar nekiriye. Ji ber politikayên dewletê yên neyînî, ji ber qedexe û astengiyên li hemberî Kurdan û çand û zimanê Kurdan, Kurd bi nasnameya xwe, bi ziman û çanda xwe di nava qada civakê de cihê xwe negirt. Pêşî li perwerdehiya bi zimanê Kurdî hate girtin. Ev helwesta neyînî ya dewletê, helwesta pişavtina li hemberê kurdî tahrîbateke mezin, qelsî û lawaziyeke mezin li ser zimên çêkir. Roj bi roj pirsgirêka kurdî, pirsgirêka çand û zimanê kurdî girantir bû. Problema Kurdan ya herî xemgîn, xwebişavtin e. Dema di civakekê de hişmendiya neteweyî lawaz be û gel di rewşeke bindest de be, qarekterê wan jî lawaz in. Xwe ji zimanê xwe dûr dixînin. Xwe ji çanda xwe dûr dixînin. Ew jî dibe sedemên xwebişvtinê.
Haya dewletê ji xwebişavtina Kurdan heye. Bi zanebûn dewletê, qedexe li ser zimên rakir û çend gavên biçûk avêtin, lê ji bo pêşketina kurdî tu gav navêtin. Kurd divê bi wan gavên biçûk neyên xapandin. Di politikayên dewletê yên li hemberî Kurdan de guhertin çênebûye. Pêşketina zimênekî, bi bikaranîna wî zimanî ve girêdayî ye. Bi asta xwendin, nivisandin û axaftina wî ve girêdayî ye. Polîtikaya dewletê diyar e. Dewlet xwe li ser esasê nijadperestiyê, ango xwe li ser yek zimanî, yek çandî û yekneteweyî ava kiriye.
Dewlet kar û barên xwe li gorî vê hişmendiyê dide meşandin.
Em weke MED-DER’ê dibêjên; Gelê Kurd armanca xwe ya sîyasî çi dibe bila bibe divê li ser zimên bisekine. Lewra paşguhxistina ziman, dê bi xwe re motîvasyona doza neteweyî jî ji holê rake. Di parastin û pêşvebirina zimên de, çi jin, çi mêr, çi rewşenbîr, gel, nivîskar, siyasetmedar divê berpirsiyarî bigirin ser milên xwe. Divê rewşenbîr û akademîsyenên Kurd, berhemên xwe bi zimanê Kurdî bidin, di vî warî de, xebatên zanistî bikin. Di jiyana rojane de, di danûstandinên xwe de zimanê xwe bikar bînin. Şert û merc çi dibe bila bibe, divê Kurd ziman û çanda xwe biparêze. Divê destûr nede di bin lingên faşîstan de bipelçiqe. Perwerdehiya bi zimanê dayikê daxwaza sereke yên Kurdan be. Em bi van hest û ramanan Cejna Zimanê Kurdî ya gelê xwe pîroz dikin. Zimanê Me Rûmeta Me Ye, Zimanê Me Hebûna Me Ye.”
Piştî daxuyaniyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û destnîşan kir ku ji ber hilbijartinê daxuyanî îro hat dayîn û roja zimanê Kurdî îro pîroz dikin. Ozturk diyar kir ku, ziman nasnameye û nasname jî netewekî ava dike û wiha got: “Hemû ziman girîng in û hewce ye bên parastin. Êrîşên dewletê ewil bi qedexekirina zimanê Kurdî dest pê kiriye. Gava qeyûm şandin ser şaredariyên me jî ewil êrîş li zimanê me kirin. Êrîşa li zimanê kurdî, êrîşa li dijî mirovahiyê ye. Wê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Kurd bi sedan salan e li ser vê erdnigariyê têdikoşin. Heke ziman biçe wê dîrok û nasname jî biçe. Ji ber vê yekê hewceye em li her derî xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.