Meclîsa Sivîl a Reqayê di demeke kurt de gelek tişt kirin

Navçeya Tebqayê di encama têkoşîna 2 mehan de hate rizgarkirin. 240 gundên Tebqayê hene, ku piraniya van gundan hatine rizgarkirin.

Meclîsa Gel a Sivîl a Reqayê ev mehek çênebûye ku hatiye ragihandin lê ji Tebqayê ta bi Dêra Zorê li sedan gund û gundikî yên ku hatine azadkirin hem ji hêlekê ve karê rêxistiniyê dike, ji hêlekê ve koçberan pêşwazî dike, wan bi cih dike û pêdiviyên wan dabîne dike.

JIYANÊ JI NÛ VE DEST PÊ KIR

Beriya ku Meclîsa Sivîl a Reqa were ragihandin QSD’ê pêngava rizgarkirina Reqa û derdorê dabû destpêkirin. Ev nêzî 5 meh in ku didome.

Heta niha bi sedan gund û gundikên Reqa ji destê çetetan hatin rizgarkirin.

Bajarokê Eynî Îsa û 160 gund û gundikên Reqa hatine rizgarkirin. Eyn Îsa ji 5000 malî pêk tê. Alaya 93’yan a Rejîma Baas lê ye. 2014’an DAIŞ’ê ew bi dest xist. Bi 30 tang, hawan, top û hwd, bi çekên giran ên ku ji wir bi dest xistin êrîş bi ser Kobanê de anî.

Dema ku Eyn Îsa hatibû azadkirin li bajarokê ti kesek nemabû. Heta van 2 mehên dawî jî kêm kes vedigeriyan. Piştî ragihandina Meclîsa Sivîl a Reqayê malbat bilez vegeriyan. Niha 1000 malbata vegeriyaye û jiyana hatiye bajarokê. Li 160 gund û gundikên Eyn Îsa veger çêbûne. Li Eyn Îsa Meclîsa Sivîl a Reqqa xizmeta şaredariyê, tendiristiyê dide. Li bajêr, gund û bajarokan paqijiyê dike, bermahiyên şer radike. Her wiha nan jî dide. Niha li Eyn Îsa du nanpêjxane  jî sazkar in û her roj nanê gel didin.

Yek ji bajarokê hatî rizgarkirin jî Kerama ye. Bi pêngava dawî hate azadkirin. Li Kerema 76 gund hene. Hemû gund hatin azadkirin û piraniya gundiyan vegeriyan. Her wiha bajarokê Ebû Xeşabê yê bi 42 gundan jî hatiye azadkirin. Gundî vedigerin ser şûnwarên xwe, Meclîsa Gel a Reqa gundiyan pêşwazî dike û pêdiviyên wan dabîn dike.

Ev 2 meh in têkoşîna azadkirina Tebqa jî didome. 240 gundên Tebqa hene. Piraniya wan hatine azadkirin. Meclîsa Gel a Reqa gundên azadkirî li ser sê xetan birêxistin kirine: Tebqa navend, Cerniye, Selge û Mahmûdî. Li van deran civîn têne danîn û komun têne avakirin. Li Tebqa navendê nêzî 30 hezar kes dijîn. Ji bo pêdiviya nan a gel a 7 nanpêjxane hatine avakirin, ard hatiye dabînkirin û nan tê belavkirin.

Meclîs ne tenê li Reqa û gundên wê xizmetê dike lê her wiha Dêra Zorê ku 82 gundên wê hatine azadkirin jî xizmetê dide. Li van gundên Dêra Zorê Êla Begara heye. Meclîs Sivîl a Reqa meha borî bi Rûspiyên êlê re 30 civîn danîne. Li wan guhdar kiriye û piraniya kêşeyên wan çareser kiriye.

ALÎKARÎ DIDIN KOÇBERAN

Di wan rojan de ku wê ragihandina wêb ihata kirin li hêlekê pêngava rizgarkirina Tebqayê û li hêla dî jî pêngava rzigarkirina Geliyê Cellabê ya Reqayê jî dest pê kir. Di dema pêngavê de gel li gundên xwe vedigeriyan.

Bi pêngavê re nêzî 100 hezar şêniyên Reqayê ji zilma DAIŞ’ê reviyan, gund û bajarên xwe berdan û ketin rêyan. Gelê Reqayê berê xwe dane xaka di jêr kontrola QSD’ê de û Eyn Îsayê ku Meclîsa Sivîl a Reqa lê ye. Meclîsê li ser daxwaza gelê Reqa nêzî 30 hezar kes şandin gundên Mimbic û Ezazê. Nêzî 50 kesî jî şandin kampa Kerema. 30 hezar kes jî şandin Hezîma ya Geliyê Cellabê ku beriya bi 2 heftiyan hatibû azadkirin. Her wiha 10 hezar kes şandin Hişe û 10 hezar kes jî şandin kampên derdorê.

Li kampa Eyn Îsa jî nêzî 15-20 hezar kes mane.

ROJÊ 60 HEZAR NAN, 10 TON ARD

Meclîs rojê 6 hezar pakêt nan li koçberan belav dike. Li gel vê rojê 10 ton ard dide Kampa Kerema.

Heta niha her wiha 80 hezar lître mazot jî belav kirine. Pêdiviya mazotê ya nanpêjxaneya jî ji hêla meclîsê ve tê dabînkirin.

XEBATÊN TESPÎTIKIRINA ZIYANAN

Meclîsê bi komîteyên ku ava kirine xebatên tespîtkirina ziyana li ser dibistan, nexweşxane, nanpêjxane û hwd. ya navendên xizmetê dike. Navendên ku ziyana zêde, kêm dîtine hatine tespîtkirin. Di dema pêş de yên ku kêm ziyan dîtine wê werin nûjenkirin.

TESÎSÊN PAQIJKIRINÊ HATINE CEBIRANDIN Û MAYIN TÊNE PAQIJKIRIN

Meclîsa Sivîl a Reqa ji bo dabînkirina pêdiviya avê jî gelek xebat kirine. Ji bo ku tesîsa paqijkirina avê ya li gundê Zahîre werer cebirandin xebat didomin. Ev tesîs ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû mayinkirin. Meclîs ji bo pêdiviya avê ya 50 gund, gundik, bajarokên Reqa dabîn bike xebatan dike. Tê payin ku di nêz de xebat bi encam bibin.

Meclîsa Sivîl a Reqa 18’ê Nîsanê hate ragihandin lê dîsa jî gelek xebatên girîng kirin di demeke kurt de. Di meclîsê de Wilde, Afadlî, Ebû Asaf, Mecazma, Tirkmen û gelek gelên din jî hene.