Meclîsa Gel a Mexmûrê banga alîkariya tibî kir
Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê bi daxuyaniyekê çapemeniyê ji ber vîrûsa Korona ya ku metirsiyeke mezin li ser penaberên kampê daye çêkirin, banga alîkariyên tibî ji saziyên navneteweyî kir.
Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê bi daxuyaniyekê çapemeniyê ji ber vîrûsa Korona ya ku metirsiyeke mezin li ser penaberên kampê daye çêkirin, banga alîkariyên tibî ji saziyên navneteweyî kir.
Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, ji ber xeteriya vîrûsa Korona (Covît-19) a li ser şêniyên wargehê bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga alîkariyê ji saziyên navneteweyî û mafê mirovan kir.
Destpêkê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûr Hecî Kaçan axivî û bal kişand ser rewşa welatiyan a li kampê û diyar kir ku xeteriyek mezin li ser wargehê heye û banga alîkariyê li saziyên peywendîdar kir.
Piştre daxuyaniya Meclîsa Gel ji aliyê Hevseroka Şaredariyê Rojîn Îsiv ve hat xwandin.
METIRSIYÊN MEZIN HENE
Piştre jî Hevşaredar Rojîn Îsiv daxuyanî xwend û bal kişand ser xeteriya vîrûsa Korona ya li ser tevahî cîhanê. Îsiv diyar kir ku ji ber vê yekê rewşa welatiyên Mexmûrê ji ber vîrûsa Covîd-19 pir xeter e. Îsiv bal kişand ser xeteriyên li ser penaberên Mexmûrê û got: “Dema em têkoşîna welatên cîhanî ya li dijî vîrûsê radixin ber çavan metirsiya li kampa me hê zêdetir û hesastir derdikeve holê.”
TI SAZIYEK ALÎKARÎ NAKE
Hevşaredar Îsiv diyar kir ku weke şênî, meclîs û saziyên wargehê li gorî derfetên xwe hinek tedbîr girtine. Îsiv destnîşan kir ku dibistan ji aliyê saziya tenduristiyê ve veguherandine karnatînayê û bi derfetên kêm pêwîstiyên kesên di karantînayê de ne pêşwazî dikin û li gorî hêza heyî li dijî vîrûsa Koronayê têdikoşin.”
DERMAN Û AMÛR DIQEDIN
Îsiv bal kişand ku di vê pêvajoyê de heta niha ti sazî û alî alîkarî bi wan re nekiriye û her diçe jî derfetên di destê wan de kêm dibin. Amûrên xweparastin û paqijiyê li ber qedînê ne.”
BANG
Herî dawaî Îsiv bang li saziyên herêmî, navneteweyî, saziyên tenduristiyê, Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Herêmê û hikûmeta Iraqê kir ku ji bo dabînkirin û peydakirina amûrên tibî ji bo xweparastina ji vîrûsa Koronayê û her wiha dermanên pêwîst yên tibî ji bo nexweşxaneyê bên peydakirin destê alîkariyê dirêjî penaberên Mexmûrê bikin.