Meclîsa Şaredariya Mezin a Amedê civiyan

Hevserok Serlçûk Mizrakli yê di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de axivî, diyar kir ku li her bajarî astengiyên rêveberiyê hene, divê sîstemek ku daxwaz û hêviyên gel piştguh nekin bên avakirin.

Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê bi pêşengtiya Hevserok Adnan Selçûk Mizrakli de civîna xwe ya yekem pêk anî. Mizrakli diyar kir ku meclîsa nû ji ciwanan pêk tê, ev rewşeke kêfxweşiyê ye û serketin ji endamên meclîsê re xwestin.

Mizrakli anî ziman ku tevî hemû astengî û neyîniyan divê pêwîstiyên bajar bên pêşwazîkirin û xebat bên kirin.

Mizrakli ser pêkhateya meclîsê axivî û ev got: “Em ê polîtîkayeke ya esastê hemû bajar li xwe bigire esas bigirin. Her biryarên ku li nava meclîsê bê girtin wê hemû pêkhateyên bajarê li xwe bigirin û wisa bê girtin.”

Mizrakli diyar kir ku her bajar li gorî rewşa xwe pêwîstî bi guherin û veguherînê heye. Mizrakli got: “Ev der Amed e û li gorî rewşa wê ya bajar û cihêrengiya wê xebat bê kirin. Divê sîstemek ku daxwaz û hêviyên gel piştguh nekin bên avakirin.”

Mizrakli diyar kir meclîsa nû ji ciwan û hemû pêkhatiyên civakê pêk tê û meclîsa nû hafizeya Amedê ye.

Piştî Mizrakli endamên meclîsê mafên axaftinê girtin û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.