MEBYA-DER'ê xwest cenazeyê Çelîk radestî malbata wî bê kirin

MEBYA-DER'ê nerazîbûn nîşan da ku cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cemal Çelîk radestî malbata wî nayê kirin.

Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyan a Amedê (MEBYA-DER) ji ber ku cenazeyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan nayên kirin, li Goristana Bêkesan a li navçeya Baglar a Amedê daxuyanî da.

'DESTÊ XWE JI GORÊN ME VEKIŞÎNIN'

Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag diyar kir ku cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cemal Çelîk ê sala 2017'an li herêma Besta ya Şirnexê şehîd bû û cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên din birine Nexweşaneya Dewletê ya Şirnexê.

Karadag diyar kir ku malbaê nekariye cenaze teşhîs bike û dayika Çelîk ji bo testa DNA'yê 20'ê Sibatê cara duyemîn çû Şirnexê. Karadag diyar kir ku piştî 7 mehan ji malbatê re hate ragihandin ku testa DNA'yê li hev nehatiye, lê belê ragihandine ku cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ye.

Karadag bang li rayedarên dewleta Tirk kir ku cenazeyên gerîlayên HPG'ê radestî malbatên wan bikin û got, "Destên xwe ji gorên malbatan vekişînin. Em ê şopdarê serlêdanên malbatan bin û bi her awayî piştgiriya hiqûqî bidin wan."