Mayina çeteyan teqiya: 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li gundê Xiniz Wistanî yê başûrê Reqayê di encama teqîna mayînek çeteyên DAIŞ’ê berê çandibû de, ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn.
Li gundê Xiniz Wistanî yê başûrê Reqayê di encama teqîna mayînek çeteyên DAIŞ’ê berê çandibû de, ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn.
Piştî welatiyên gundê Xinêz Westanî yê derdora 25 kîlometreyan li başûrê Reqayê vegeriyan gundê xwe, welatiyan demil dest dest bi paqijkirina û çêkirina avahiyên xwe kirin. Dema gundiyan malên xwe paqij dikirin, mayînek çeteyan ku di malbatekê de bi cih kiribû teqiya. Di encamê de, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes birîndar bûn.
Navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Meryem Elhemo (54), Yesmîn Hecî Xelef (26), Fatme mihemed Elzir (2) û Elî Xelef Elderwîş (50).
Navê kesên birîndar bûne wiha ne: Elî Hecî Elxelef (10) û Hebîb Elzer (35) jî birîndar bûn. Birîndar rakirina Nexweşxaneya Girê Spî
Ji ber rewşa birîna giran a Hebîb Elzer ew rakirin Nexweşxaneya Qamişlo, lê Elî Hacî Elxelef li Girê Spî tê dermankirin.