Mamosteyên Kerkûkê: Hikumeta herêm û Iraqê xwe weke berpisyar nabînin

Tevî ku sala nû ya perwerdeyê dest pê kir jî lê heta niha pirsgirêkên perwerdehiya zimanê Kurdî li KerkûKê nehatiye çareser kirin. Mamosteyên Kerkûkê diyar kirin ku hikumeta herêm û Iraqê xwe weke berpisyar nabînin.

Berpirsên dibistanên Kurdî li Kerkûkê nebûna avahiyên dibistanê û kêmbûna mamosteyan weke astengiyên li pêşiya xwendina bi zimanê Kurdî diyar kirin.

Rêveberê perwerdeya zimanê Kurdî li Kerkûkê mamosta Şêrzad Reşîd Kake têkildarî sala nû ya xwendinê ji ANF’ê re axivî. Reşîd Kake wiha got; “Li dibistanan di aliyê pirkirina waneyan de amadekariyên me hene. Pirtûk ji bo dabeşkirina li dibistanan amadeye, mamosteyan 12’ê Îlonê dest bi sala nû ya perwerdê kirin û ew ê 15’ê mehê dest bi paqijkirina dibistanan bikin. Me lîjnekeyek avakiriye ku ji rêveberên dibistanan pêk tê ji bo bi gul û şirinahiyê xwendevanên reja yekem pêşwazî bikin.”

Têkildarî pêwistiyên dibistanan mamoste Şêrzad Reşîd wiha axivî; “Ji bo texteyê nivîsinê û maseyên rûniştinê yê xwendevanan, ji bo alavên germahî û sariyê me bi awayekî nivîskî lîste ji bo serokê wezîrê perwerdê yê hikûmeta herêmê re şandiye.”

Li bajarê Kerkûkê perwerdeya Kurdî heta dibistana amadeyî ye lê ji bo qonaxên zanîngeh û peymangehê zimanê Kurdî nayê bikaranîn ev jî ji bo xwendevanan pirsgirêkeke din e, li zanîngeh û peymangehan têgihiştina xwendevanan a derbarê waneyan de kêm e.

Xwendevanê peymangeha perestiyar Hîmdad Necat ku qonaxa beriya peymangehê bi zimanê Kurdî xwend û niha ji ber nebûna zimanê Kurdî di qonaxa peymangehê de pirsgirêkan dijî, derbarê pirsgirêkan de ji ANF’ê re axivî. Necat wiha got; “Min 12 sal an li bajarê Kerkûkê bi zimanê Kurdî xwend. Dema em digihin qonaxa zanîngeh û peymangehan ji ber nebûna zimanê Kurdî pirsgirêkên mezin derdikevin. Dema em digihin qonaxa zanîngehê em dibînin ku zêdetir girîngî bi zimanê Erebî û zimanên din tê dayîn. Xemeke kêm beramberî xwendevanên zimanê Kurdî heye. Ji ber ne famkirinê gelek pirsgirêk û astengî derdikevin. Dawiya qonaxa dibistana amedeyî divê em carek din ji destpêkê ve destpê bikin.”

Rêveberê yekîtiya mamosteyên Kurdistanê-Kerkûk mamoste Mihemed Celîl têkildarî pirsgirêkên perwerdeya Kurdî de ji ANF’ê re axivî û wiha got; “Pirsgirêka herî mezin a perwerdeya Kerkûkê ew e ku ne hikumeta herêm û ne jî hikumeta Iraq xwe weke berpisyar nabînin. Yek ji pirsgirêkên din ên sereke yên xwendina Kurdî li Kerkûkê ewe ku sîstema xwendinê û mûçeyên mamostayan ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lê sîstema ezmûnan û betlane ser bi sîstema hikûmeta navendî ya Iraqê ye. Ev herdu sîstem gelek pirsgirêkan ji bo xwendekaran çêdike. "

Mamoste Celîl têkildarî mafê mamosteyan li perwerdeya Kurdî li Kerkûkê jî wiha got; “Mafê mamosteyan yek ji pirsgirêkên din e. Ji ber ku li herêma Kurdistan hinek mafê alîkarî dayîna bi mamosteyan heye weke dayîna pereyan a ji bo kirîna otomobîleke, kefalet û hinek mafên din lê mamosteyên perwerdeya Kurdî li Kerkûk ji van mafan bê par hatine hiştin ji aliyê hikumeta herêma Kurdistan û hikumeta navendî ya Iraqê ve.”

Herî dawî mamoste Mihemed Celîl wiha got; “Rêveberiya dibistanan jia liyê partiyekê ve pirsgirêkek din e ji bo perwerdeya Kurdî li Kerkukê. Partiyên li Kerkûkê ji bo rêveberiyê şerê desthilatdariyê dikin li ser dibistanan. Em mamosteyên perwerdeya Kurdî li Kerkukê rojane van pirsgirêkan dijîn ji ber ku li Kerkûkê perwerdeya Kurdî di nava krîzekê de birêve diçe”