Mamosteyên Şengalî peymana Bexda-Hewlêrê şermezar kirin

Saziye Perwerde Civaka Demokratîk a Êzîdxanê bi daxuyaniyekê lihevkirina Bexda-Hewlêr a li ser Şengalê şermezar kir.

Mamoste li pêşiya Dibistana Medreseya Sor kom bûn û peymana Bexda-Hewlêr a weke qirkirina civaka Êzidî tê pênasekirin şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê rêveberiya perwerdehiyê Nayîf Xalid ve hate xwedin. 

Xalid anî ziman ku ji dîrokê û heya roja îro, her tim  biriyarên ji derve li ser civaka Êzidî hatîne dayîn û hêzên dagerker pêşeroja wan li gorî berjewendiyên xwe dayîne avakirin û got: “Ev yek bûye rêgirtineke li pêşiya azadiya fikirê zarokên me û di perwerdekirina dîrok û çanda xwe de mezin kirine û exlaqê xwe bi wan dayîne qebûlkirin. Lê di roja me ya îro de biriyarên ku li ser civaka me têne dayîn û ne bi îrada civaka me be em ê qebûl nekin û wê ti carî jî neyê qebûlkirin”

‘EM BIRYARÊ QEBÛL NAKIN Û RED DIKIN’

Xalid bang li hikûmeta Iraqê kir û got: “Em Hikûmeta îraqê re dibêjin; ji bedêle îrada Êzidyan û xweserya Êzidyan qebûl bike, biryarên li gorî xwe li ser Şengal û civaka Êzidî digrin. Em ev biriyara ku ne li gorî berjewendiyên civaka me, em red dikin. Em qebûl nakin ku tu kes li ser civaka me biriyarên li gorî berjwendiyên xwe bide û îradeya gelê me û berxwedaniya me li ber çavan re negire.

Şengala ku bi xwîna zarokên Êzîdxanê hatî rizgarkirin wê nekeve bin destê xiyanetkaran."