Malbatên Sûrê hêrseke zêde nîşanî talankerên goran didin

Polîsan gor û kêlikên ciwanan şikand ên ku di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Yenîkoyê hatibûn veşartin. Malbatan li hemberî vî tiştî nerazîbûn nîşan dan.

Polîsan gorên ciwanên YPS’ê texrîb kirin yên ku du sal berê di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Yenîkoyê hatibûn veşartin. Walîtiyê belgeyek ji Şaredariya Bajarê Mezin re şand û diyar kir ku li ser goran gotinên wekî “Şehîdê Sûrê” û “Dîroka Şehadetê” û wêne hene û diyar kir ku divê ev gor werin şikandin. Daxwaza qeyûm ji malbatan re hate gotin û malbatan ev tişt qebûl nekir. Şevekê polîs hatin goristanê û gora 5 YPS’yiyan texrîb kir. Malbatan nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku, wê goran dîsa bi heman awayî çêbikin.

HÊRS GELEK E

Malbatan li hemberî vê êrîşê hêrsa xwe diyar kirin.

Kêlika Xebat Erkaplanê ku di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabû jî hatiye şikandin. Di van kevirên şikandî de wêneyê wî yê rûken ber bi çavên mirov dikeve. Malbat û xuşka wî heriya li ser gora Xebat paqij dikin.

‘MIRIYÊN ME JÎ RIHET BERNADIN’

Diya Eşref Polat (Kendal) ê ku ew jî gora wî hatiye texrîbkirin, Gulsum Polat jî got ku, “Xwedê heqê me li kesî nehêle. Dev ji gor û miriyên me bernadin. Êdî bes e ji vê zilmê re. Kesên ku ev tişt kirine ne misilman in. Kesên ku ev gor şikandine bila wekî vê gorê hilweşin”

‘WÊ QEHREMANIYA WAN NEYÊ JIBÎRKIRIN’

Polat got ku, “Li vî welatî edalet nemaye. Ez ê gora kurê xwe dîsa çêbikim. Ez ê dîsa li ser wê ‘Şehîd’ binivîsim. Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Ew çi bikin jî wê qehremaniya zarokên me, nedin jibîrkirin.”

Malbata Cuneyt Yenî (Çekdar) ê ku gora wî jî hatiye texrîbkirin li Licê ya Amedê ye û haya wan ji texrîbkirina gora kurê wan tune. Malbatên Sûrê kevirên gora wî kom kirin û danîn ber gorê.

‘ÊDÎ BES E’

Bavê Firat Çelîk (Xebat Andok) ê ku gora kurê wî hatiye texrîbkirin diyar kir ku ew li ser gora kurê xwe nobetê digire û got “Dema ez hatim ser gorê, polîs di nav goran de bûn. Dema ez hatim tirsiyam lê dîsa jî ez hatim ser gorê. Li dora gora kurê min geriyan lê hilneweşandin. Niha jî dixwazin çavê me bitirsînin.”