Malbatên Roboskiyê: Têkoşîna me ji bo carekî din qetlîam rû nedine

Malbatên Roboskî yên ku di hefteya 343’an a edaletê de dîsa hatin ba hev, peyama ku sed sal jî derbas bibe wê qetlîamê ji bîr nekin, dan.

Malbatên 34 kesên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, di hefteya 343’a lêgerîna edaletê de dîsa li ser gorên zarokên xwe hatin ba hev. Li ser navê malbatên ku wêneyên xizmên xwe windakiribûn Velî Encû daxuyanî da.

Encû bibîr xist ku Roboskî hê jî dinal e û got: “Roboskî êşeke ku sed sal jî biborin wê neyê jibîrkirine.”

‘TÊKOŞÎNA ME JI BO QETLÎAMÊN WIHA RÛ NEDINE’

Encû da xuyakirin ku ji roja ku qetlîam pêk hatî û heta niha tiştke nehatiye guhertin û wiha dom kir: “Em ji bo ev êş neyê serê kesê û carekî din qetlîamên wina rû nedin tê dikoşin.Ev têkoşîna me ji bo ku berpirsên qetlîamê li pêşberî hiqûqê bên darezandin; ji bo carekî din qetlîamên mîna Roboskiyê pêk neyên û di warê hiqûqî de encam bê girtine.”