Malbatên Roboskiyan: Lêgerîna me ya edaletê wê bidome

Malbatên Roboskiyan di hefteya 326. de çalakiya lêgerîna edaletê pêk anîn û peyama ‘Heta edalet pêk were, em ê têkoşîn û lêgerîna xwe berdewam bikin’ dan.

Malbatên Roboskiyan yên li navçeya Qilabana Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de, 19 jê zarok 34 xizmên xwe di bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk de winda kirin, di hefteya 326. de, li ser gorên zarokên xwe kom bûn û çalakiya lêgerîna edaletê pêk anîn.

 Li ser navê malbatan Velî Encu axivî û wiha got: “Em rastî êrîş û zextên kesên naxwazin edalet bê Roboskiyê tên. Yên ku soz dan me, hêj jî xwedî li sozên xwe derneketine. Dosya cihê xwe di refên pirtûkxaneya bê cezayan de girt. Ji bo kesek din van êşan nejîn, emê heya dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heya edalet were Roboskiyê emê têkoşîn û lêgerîna xwe berdewam bikin.”