Malbatên Roboskî: Em ne darbeyê ne jî rewşa awarte dixwazin

Lêgerîna malbatên Roboskî ya li edaletê, 316 hefte ne dewam dike.

Malbatên 34 kesên li Roboskî ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 316. a lêgerîna li edaletê de li ser gora xizmên xwe li hev civiyan.

'BILA KUJER BÊN CEZAKIRIN'

Velî Encu bi navê malbatan daxuyanî da û xwest, Roboskî û komkujiyên mîna wê bên ronîkirin û berpirsyar werin cezakirin. Encu got, "Em ne darbeyê, ne rewşa awarte, ne jî biryarnameyan dixwazin! Em edalet û demokrasiyê dixwazin."

Encu destnîşan kir ku têkoşîna wan a ji bo Roboskî û edaletê wê bidome.