Malbatên ji Sûrê li xaniyên TOKÎ îdare nekirin

Malbatên ji Sûrê, ku xaniyên wan ên li kêleka hev ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin û li xaniyên TOKÎ yên li derveyî bajêr hatin bicihkirin, îdare nekirin û mala xwe ji vir bar kirin.

Dewleta Tirk, ku bi ragihandina 'qedexeya derketina derve' re gelek bajar û avahiyên dîrokî yên li Kurdistanê hilweşand, ev herêm pêşkêşî Serokatiya Îdareya Avahiyên Giştî (TOKÎ) kir. Beşeke girîng a mirovên xaniyên wan hatin xerakirin, li avahiyên TOKÎ hatin bicihkirin. Serokê TOKÎ Ergun Tûran diyar kir, li temamiya bajarên li Kurdistanê hatine xerakirin wê 22 hezar û 361 avahî werin çêkirin û 18 hezar û 896 ji van niha tên çêkirin. Tûran ragihand, wê mirovên ku xaniyên wan ên li Sûr a dîrokî hatine xerakirin li avahiyên giştî yên li Çolguzelî ya li derveyî bajêr bên bicihkirin. Şêniyên Sûrê li avahiyên biçûk ên li vê herêma mîna çolê ye tên bicihkirin. Tê gotin, ku cihê malên şêniyên Sûrê jî wê pêşkêşî yên û werin çêkirin bê kirin. Hevserokê Şaxê Amedê yê Odeya Mîmaran Şerefhan Aydin li dijî çêkirina avahiyên bi destê TOKÎ derket û TOKÎ weke nasnameya şênber a bajarên bênasname bi nav kir, ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye afirandin.

Aydin diyar kir, di navbera avahiyên TOKÎ yên li Enqere û Colemêrgê de ti cudahî nîne û anî ziman, bêyî ku rewşa mîmarî ya herêmî û şert û mercên erdnîgarî bên dîtin û nirxandin, avahî tên çêkirin. Aydin da zanîn, proje li TOKÎ tên diyarikrin û bi şêweyê fabrîkasyonê tên şandin. Aydin got, "Li hemû bajaran, projeyên dişibin hev tên çêkirin. Mirov tenê ji vî alî ve jî binirxînin wê were dîtin ku xaniyên tên çêkirin li dijî rewşa civakî ya herêmê ne. Çanda Edîrne û ya Şirnexê ji hev cuda ye. Lê hewl didin bikin yek tîp. Çawa ku hewl didin civakê bikin tek tîp, li vir jî ji aliyê bajarvaniyê ve jî dixwazin heman tiştî bikin."

'XANIYÊN LI ÇANDA JIYANÊ NAYÊN'

Aydin diyar kir, avahiyên TOKÎ li çanda malbat û jiyanê ya li herêmê nayên û ragihand, mirovên li vê derê dijîn hînî jiyanek li avahiyên ji qatên bilind nebûne, bi giranî li xaniyên bi serê xwe yên bi hev ve û hewşa xwe heye, dijîn. Aydin destnîşan kir, ku mînaka berbiçav a vê yekê xaniyên li Sûrê ne û got, xaniyên TOKÎ li Sûrê çêdike, li vê rewşê nayên. Aydin di dewama axaftina xwe de got, "Li Amedê kevirê bazalt navdar e. Di avahiyên dîrokî yên nava Sûrê de ev rastî heye. Gel bi giranî kevirê spî yê Mêrdînê û kevirê Ahlat ê Bedlîsê bi kar tîne. Eger TOKÎ jî li gorî vê yekê xaniyên xwe çêbikira, kêm jî bûya wê bihata qebûlkirin. Lê belê TOKÎ bi van hesasiyetan xaniyan çênake."

GEL LI AVAHIYÊN TOKÎ TÊ GIRTIN

Aydin li ber avahiyên li bajarên hatine hilweşandin tên çêkirin rabû û ev rewş wiha vegot: "Li Sûrê, li Cizîr, Silopiya, Gever û hemû cihên hatin hilweşandin, gel bi giranî li xaniyên bi tena serê xwe diman. Kolanên van cihan teng bûn û mirov di nava hev de, di nava têkiliyeke xurt a civakî de dijiyan. Lê belê blokên ji beton û avahiyên bilind ên ku niha TOKÎ çêdike, gel mexdûr dike. Mînak li pêşiya Şirnexe, avahiyên TOKÎ avahiyên bilind in. Li Şirnexê, kî wê bixwaze li avahiyên bilind bijî? Eger ji tercîhê bê hiştin, wê kesek tercîh neke. Ji ber rewşa stargehê, gel neçarî TOKÎ tê hiştin. Eger TOKÎ li gorî rewşa civakî, çandî û dîrokî avahî çêbikira, wê refleksên niha yên li dijî TOKÎ nehatibûya nîşandan.  Dibe ku destek jî jê re bihata dayîn. Mixabin desthilatdarî her tim, daxwazên xwe bi rengekî dûrî civakê, pêk tîne. Ji ber neçariyê mirov dikarin bêjin ku gelê li bajarên Kurdistanê yên hatine xerakirin, wê ji neçarî li avahiyên TOKÎ bên girtin."

MALBATÊN SÛRÊ YÊN LI TOKIYAN CAREKE DIN KOÇ KIRIN

Aydin destnîşan kir, ku avahiyên li bajarên hatine hilweşandin weke alternatîf hatine çêkirin, rê li ber travmayên cidî vekirine û anî ziman, rewşa li Sûrê mînaka herî şênber a vê yekê ye. Aydin bibîr xist, herî dawî li taxên Alîpaşa û Lalebeyê, 'veguherîna bajarî' hatiye destpêkirin û got, "Beşek ji şêniyên taxê sirgûnî xaniyên TOKÎ yên Çolguzelî yên li ser rêya Rihayê hate kirin. Li gorî lêkolînên me yên li wir, ti ji mirovên li wir hatine bicihkirin hînî xaniyên TOKÎ nebûne. Beşek ji mirovên li wê derê, vê carê ji wir koçî semtên şevnişîn kirine. Hema hema temamiya malbatên Sûrê yên ji TOKÎ re hatin şandin, nih ali xaniyên şevnişîn ên li taxên Hûzûrevlerî, Seyrantepe yên Kayapinarê bi cih bûne. Ji ber ku welatî li nava xaniyên li çand û rewşa wan a civakî nayê tê asêkirin, ninkarin li nava blokên ji beton bijîn. Demeke kurt dimînin û piştre ji xaniyên TOKÎ derdikevin. Em xaniyên TOKÎ yên li Kurdistanê rast nabînin. Divê dewlet derhal vê helwesta xwe biguherîne."