Malbatên girtiyan: Em ê çalakiya xwe bi ser bixînin

Xizmên girtiyan ku di Nobeta Edaletê de ne gotin "Heta encamê bi dest bixin em ê li qadan bin. Em ê çalakiya xwe bi ser bixînin."

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyane lê nayên berdan, ji 16'ê Mijdara 2021'ê û vir ve di Nobeta Edaletê de ne. Di roja 198'an a çalakiyê de malbatên girtiyan li ber avahiya Saziya Tipa Edlî hev civiyan. Nûnerên Komeleya Çand û Yekîtiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên xwe winda kirine yên li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker piştgirî dan çalakgeran.

Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî li qada çalakiyê axivî û got, "Heta ku girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane lê nayên berdan hebin, em ê jî li vir bin. Em ê li qadan bin. Em ê çalakiya xwe bi ser bixînin."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate qîrîn.