BI DÎMEN

Malbatên Başûrî: Divê Nêçirvan Barzanî lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

Malbatên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî Nêçirvan Barzanî da ku gefa 'em ê çekê li dijî PKK'ê bi kar bînin' xwaribû û gotin, "Divê Nêçirvan Barzanî lêborînê ji gelê Kurd bixwaze."

Dayê Fethiye, ku zarokê wê di nava PKK'ê de jiyana xwe ji dest da, da xuyakirin ku daxuyaniyên Barzanî yên li dijî PKK'ê Kurd hemû aciz kiriye. Dayê Fethiye got, "Nêçirvan Barzanî li şûna ku ji PKK'ê dibêje bila ji Şengalê derkeve, bila leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê derxîne. Yên dagirker ew in. Weke malbatên şehîdan em helwestên bi vî rengî yên li dijî PKK'ê bi ti awayî qebûl nakin û şermezar dikin."

'WAN TERIKAND, PKK'Ê JÎ PARAST'

Dayê Fethiye diyar kir, keç û xortên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li nava PKK'ê bi canê xwe Şengal li dijî faşîzma DAIŞ'ê parastin û rizgar kirin. Dayê Fethiye got, "Wan neparastin û terikandin. Lê PKK çû wir û parast. Ji xwe PKK ji wir derkeve jî êdî Şengal xwedî hêzeke parastinê ye. Ew ê wê derê biparêzin. Li şûna ku Barzanî bêje bila PKK'ê ji Şeganê derkeve, bila krîzên li Başûrê Kurdistanê çareser bike. Gel birçî û perîşan e. Divê bi van krîzan re bibilin."

'LI ŞÛNA BÊJE BILA PKK DERKEVE, BILA DEWLETA TIRK DERXÎNE'

Yek ji xizmên gerîla jiyana xwe ji dest da Îbrahîm Ahmet jî ev pirs kir "Çima dibêjin bila PKK derkeve, çima nabêjin bila dewleta Tirk derkeve?" pirsî û wiha axivî: "Mafê PKK'ê ye li her devera Kurdistanê têbikoşe. Ji xwe PKK'ê îspat kiriye ku li kîjan herêma Kurdistanê êrîş hebe, wek hêza parastinê diçe wê derê û diparêze. Li her derê li ber DAIŞ'ê rabû. Li gelek eniyan xwîna gerîla û pêşmergeyan tevlîhev bû. Li eniya hevpar şer kirin. Daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî yên li dijî PKK'ê ne rast in. Ji ber ku em jî ji gelê Başûrê Kurdistanê ne û di nava PKK'ê de bi sedan şehîdên me hene. Gelo di rewşeke bi vî rengî de PKK di heman demê de ne rêxistineke Başûrî ye?"

'ÇARESERÎ GEFXWARIN NÎNE, ÇARESERÎ KONGREYA NETEWEYÎ YE'

Ahmet got, "Nêçirvan Barzanî li şûna ku gefan li PKK'ê bixwe, ji bo çareseriya pirsgirêkan divê kongerya neteweyî bîne rojevê" û wiha dewam kir: "Bi Kongreya Neteweyî re em Kurdistana serbixwe ava bikin. Ji ber ku Kurdistana serbixwe ancax bi yekîtiya hêzê ya her kesî dibe. Ne karekî ku partiyek bi tena serê xwe bike. Û divê were pirsîn; eger hê îro jinên Êzidî di nava lepên DAIŞ'ê de be, sedema vê kî ye? Kê dest ji Şengalê berda, kî hat û Şengal parast? Baş e di rewşeke bi vî rengî de mafê kê heye ku ji PKK'ê re bêje ji Şengalê derkeve? Gelê Şengalê wê biryarê bide bê PKK li wir bimîne yan nemîne. Ev mafê wan e. Lewma ya divê were kirin ne gefxwarin e, pêkanîna kongreya neteweyî ye."

'DIVÊ GELÊ KURD ŞERMEZAR BIKE'

Beyan Ferec jî got, "Dema ku DAIŞ'ê di nava 243 saetan de Şengal dagir kir, yên niha dibêjin bila PKK ji wir derkeve, li ku bûn? Çima ne parastin? Bila di destpêkê de bersiva vê bidin. Weke malbatên şehîdan ên li Başûrê Kurdistanê em van daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî şermezar dikin. Daxuyaniyên bi vî rengî xizmetê ji dijmin re dikin. Bi ti awayî bi kêrî Kurdan nayên."

Ferec da xuyakirin, ku divê gelê Kurd biherike kolanan û daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî şermezar bike. Her wiha destnîşan kir, ku divê Nêçirvan Barzanî jî lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.

Mihemed Nerîman Îsmaîl jî got, "Zarokên me di nava PKK'ê de şehîd bûn. PKK li her derê ji bo azadiyê têdikoşe. Li çar parçeyên Kurdistanê ciwanên Kurd di nava PKK'ê de têdikoşin. Ew xwediyê rastîn ê vê axê ne."