Malbatan ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe yên li Garzanê serlêdan kirin

Ji 15 malbatên ku cenazeyên zarokên wan ên li Goristana Garzanê tên veguhestin, ber xwe dan Bedlîsê û ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe serlêdana dozgeriyê kirin.

Li ser rakirina cenazeyên 267 kesên li Goristana Garzan a li Gundê Oleka Jor a girêdayî navenda Bedlîsê ku bêy agahiya malbatan birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbûl (ATK) û bi temamî rûxandina goristanê, 15 meh derbas bûn.

Piştî serlêdana 2 malbatan û şûnde herdu malbatan cenazeyên xwe girtin, lê malbatên din serlêdan nekirine. Îro ji Stenbolê 9, ji Amedê 5, ji Tetwanê jî malbatek berê xwe dan Bedlîsê û ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê dan.

Serlêdana du malbatan a li şûna dayik û bav bira hatibûn nehate erêkirin, 13 malbat piştî serlêdana li dozgeriyê û şûnde berê xwe dan Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîs, ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê dan.