Malbatan cenazeyê 2 şehîdan wergirtin

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Agît Acar û Abdullah Yîgît ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin.

Di 7’ê Îlonê de li herêma Kato Marînos a Elkêya Şirnexê di şer de gerîlayên HPG’ê Agît Acar û Abdullah Yîgît şehîd bûbûn. Malbatan cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Malbatan ji bo DNA’yê nimûne dan û piştî ku nimûne wekî hev derketin, malbat ji bo wergirtina cenazeyan çûn Saziya Tipa Edlî ya Wanê.

Piştî karên li Saziya Tipa Edlî malbat çûn goristana bêkesan a ku cenaze lê hatine veşartin û cenaze wergirtin. Malbat piştre ber bi Elkê bi rê ketin.

Hate ragihandin wê cenaze li Elkê were veşartin.