Malbata Kurkut: Bila tavilê biryarê bidin

Kekê Kemal Kurkut ku Newroza 2007'an hate qetilkirin, Cîhan Kurkut li ser medya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir, "Li her dadgehê êşkenceyeke zirav tê kirin" û ji dadgehê xwest ku tavilê biryarê bide.

Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kurtut di Newroza 2017'an de dema ji Meletiye hat Amedê û xwest derbasî qada Newrozê bibe, polîs Y.Ş., ji pişt ve gule berdayê û ew kuştibû. Doza polîs Y.Ş. yê Kemal Kurkut kuşt hêj didome. Dozger der barê polîs Y.Ş. de bi îdêaya “Bi zanebûn kuştiye"  doz vekiribû û cezayê muebbetê dixwest. Lê piştî di 16'ê Hezîranê de danişîna dozê hat dîtin,  Serdozgerê Komarê yê Amedê li ser rapora  "kesên pêsan" îdea, pênaseya sûc û naveroka dosyayê guhert. Vê varê dozger di îdenameyê de li şûna “Bi zanebûn kuşt" îdeaya “Bi taksîra zanebûn kuşt" bicih kir. Dozger xwest der barê polîs de ji 2 salan heta 6 salan cezayê hepsê bê birîn. Heyeta dadgehê doz taloqi 22'ê Îlonê kiribû. Lê di danişina dozê ya 22'ê îlonê de ji ber heyeta dadgehê hat guhertin, danişîna dozê ya biryarê taloqî 17'ê mijdarê kirin. Danişîna biryarê dê roja sêşemê bê dîtin. Têkildarî danişîna biryarê birayê Kemal Kurkut, Ercan Kurkut, li ser hesabê medya civakî nirxandin kir. 
 
Kurkut, anî ziman ku polîsan di Newroza 2017'an de birayê wî Kemal niv tazî qetil kirin û wiha got: "Lê piştre walî got 'Kesê bi bombe ku xwest têkeve qada Newrozê hat kuştin.' û bi raya giştî re parve kir. Piştî bûyerê li Qada Newrozê govend dihat gerandin. Ew govend diviya bû bê bigeriya ya mijara niqaşê ye. Piştre polisan cenazeyê birayê min rakirin û ji Amedê birin Meletiyeyê. Êşa ku Kemal kişand ne qediya. Ava ku cara dawî li bedena wî bikin zêde dîtin û ji ser wî qut kirin. Axa bavên ji ser wî nedan wî. Wax birayê min biçûk Kemal. Êşa me yek bû. Bû hezar." 
 
Cîhan Korkut, anî ziman ku dema bi êşa xwe mijûl dibûn, wêneyê ku Rojnameger Abdurrahman Gok di kêliya kuştinê de kişandibûn li ser çapemeniyê hat parvekirin û wiha got: “Dema em bi êşa xwe mijûl dibûn xebatkarekî çapemeniyê ku jiyana xwe xistiye rêya heqîqetê, birayê me Abdurrahman Gok, rastiya bûyerê derket holê. Û derewa walî derket holê. Piştre 2 polîsên têkildarî bûyerê hatin binçavkirin. Roja dîtir 2 polîs hatin berdan û ji peyvirê hat dûrxistin. Salek şûnde li Dadgeha Cezayên Giran doz hat vekirin û piştre êşa me dest pêkir.  Tişta bersûc dixwaze dadgeh dibêje hay hay. Tu kes jî vê yekê lêpirsîn nake. Kes nabêje te mirovek kuşt. Tu erk te ya kuştinê heye ya na?"  

POLÎS NEHAT CEZAKIRIN
 
Cîhan Korkut, da zanîn ku ji ber li gorî daxwaza kujer doz pêş neket, xwest dîsa rapor bê amadekirin û wiha got: "Li ser daxwaza kujer rapor ji nûve hat amadekirin. Heyeta dadgehê bersûc wekî mexdûr dît û wisa tev geriya. Niha ji me dipirsin ‘Hûn di çi dipên?' Ez jî ji we dipirsim; Em ne li benda tiştekî ne. Piştî hezaran mînak mirovê li benda çi be? Weki vî vînayetî bihezaran cînayet pêk hatin. Der barê polîsên qatîl de yek ceza jî nehat birîn. Heta li gorî zagona dawî polîs û eskerên li herêmê (Kurdistan) suc bikin û der barê wan de doz bê vekirin, dê masrafên dozê û parêzer ji aliyê dewletê ve bê dayîn. Der barê yek polîsî de heta niha ceza nehatiye birîn. Em tiştekî hevî nakin. Em dixwazin demek berî demekê biryarê bidin."