Malbata Kaplan ê di rojiya mirine de ye: Em bibin dengê wan

Yek ji berxwedêrên rojiya mirinê Abdulhalik Kaplan e. Malbata Kaplan got, "Banga me li partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û her kesên xwedî wijdan e: Em bibin dengê van girtiyan."

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir, li çar aliyên dinyayê didomin. Ji 30'ê Nîsanê û pê ve 15 girtiyên di greva birçîbûnê de bûn, dest bi rojiya mirinê kirin.

Yek ji berxwedêrên rojiya mirinê Abdulhalik Kaplan e, ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê y. Kaplan ji navçeya Licê ya Amedê ye û dibistanên seretayî, navîn û lîse li Licê xwendiye. Kaplan ku bavê wî karmend e, sala 2006'an tevî malbata xwe bar dike navenda Amedê. Sala 2014'an di dema êrîşên DAÎŞ'ê yên dijî Kobanê de derbasî Rojava dibe. Li Rojava birîndar dibe û dema ji bo tedawiyê vedigere Amedê tê girtin.

'TIMÎ BI SERÊ XWE TEVDIGERIYA'

Dayik û bavê berxwedêrê rojiya mirinê Abdulhalik Kaplan li ser berxwedana kurê xwe ji ANF'ê re axivîn. Bav Nîzamettîn Kaplan diyar kir, kurê wî Abdulhalik ji zarokatiyê ve jêhatî û karker bû û got, "Timî bi serê xwe tevdigeriya. Nedixwest ku kesek li ser serê wî hebe. Lê belê ji hevalên xwe jî gelekî hez dikir. Hevalên wî jî gelekî jê hez dikirin. Kes nediêşand. Derdora wî û têkiliyên wî gelekî qewîn bû. Ji zarokatiya wî heta niha, ez qet ji wî aciz nebûm."

LI KOBANÊ BIRÎNDAR BÛ

Kaplan anî ziman, di dema êrîşên dagirkirina Kobanê de mîna her ciwanekî Kurd kurê wî jî çû Kobanê û got, "Bi îradeya xwe biryar da. Me jî hurmet nîşanî biryara wî dan. Li wê derê di şer de birîndar bû û ji bo tedawiyê hat Amedê. Heman salê hate girtin. Bêguman mîna her dayik û bav em bi kurê xwe re ne. Li ber çavên dewletê ew sûcdar jî be, li ber çavên me ew ne sûcdar e.

Her hefte em diçin dîtina wî. Em hevalên wî jî di hevdîtinên vekirî de dibînin. EM dibînin ku hevalên wî gelekî jê hez dikin... Ev yek ji bo me cihê serbilindiyê ye. Di têkiliyên hevaltiyê de samîmî û durust e."

'ME HURMET NÎŞANÎ BIRYARA WÎ DAN'

Kaplan da xuyakirin, dema kurê wî Abdulhalik ji wan re got wê dest bi greva birçîbûnê bike, wan hurmet nîşanîn biryara wî dane û got, "Ne bi dilê me jî be, me hurmet nîşanî biryara wî dan û destek dan wî. Îro roja 59'an a çalakiya wî ye. Ji 30'ê Nîsanê ve di rojiya mirinê de ye. Biryara xwe ya rojiya mirinê bi rêya telefonê ji min re got û min jî jê re got ku piştgiriyê didim wî.

30'ê Nîsanê di heman demê de rojbûna Abdulhalik e. Êdî tesadûf e ne tesadûf e nizanim, lê belê di rojbûna xwe de kete rojiya mirinê. Kurê min ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe daye ber rojiya mirinê. Banga min li partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, her kesên xwedî wijdan û li gelê Kurd e; Em bibin dengê van girtiyan û derdên wan parve bikin. Wezîfeya mirovan parastina jiyanê ye."

'DAXWAZÊN WAN NE EW DAXWAZ IN KU NEYÊN QEBÛLKIRIN'

Kaplan destnîşan kir, li cihekî ku edalet lê nebe bendewarî jî lê nabe û got, "Li welatekî divê edalet ji bo her kesî wekhev be. Ji Serokkomar heta şivanekî divê edalet ji bo her kesî wekhev be. Em dixwazin tecrîda giran bi dawî bibe. Berî ku li girtîgehan kes jiyana xwe ji dest bide, divê ev pêvajo biqede. Kurê min bi qasî 8-9 kîlo li xwe kêm kiriye. Eger ji bo kurê xwe biaxivim, 60 roj ne demeke hindik e. Tenê bi vexwarinê beden nikare li ser piyan bimîne.

Piştî 60 rojên greva birçîbûnê bedena xwe dan ber rojiya mirinê. Em vê rewşê ji wijdanê wan kesên ku tecrîdê ferz dikin, dihêlin. Em dixwazin, berî ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin, berî ku dayik bigrîn, daxwazên wan bên qebûlkirin. Daxwazên wan jî ne ew daxwaz in ku nikaribin bên qebûlkirin. Dixwazin rêberê gelekî ku 20 sal in li giravekê di zindanê de ye karibe malbat û parêzerên xwe bibîne. Mafên wî yên hiqûqî û destûra bingehînî hene. Divê bi cih werin anîn."

'DIVÊ DEWLET GAVÊ BIAVÊJE'

Dayik Aysel Kaplan jî di destpêka axaftina xwe de Leyla Guven silav kir û got, "Yên li vî welatî ne, çi Kurd, çi Tirk; ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê divê bi berpirsyarî tevbigerin. Dema ku ji kurê xwe dipirsim ku 'Çawa ye?', dibêje rewşa wî baş e. Em doh çûn dîtina wî. Lêvên wî spî bûbûn. Min hevalên wî jî dît, hemû bêhal bûn. Em ji dewletê dixwazin ku di vê mijarê de gavê biavêje. Ji ber ku em naxwazin zarokên me bimirin."