Malbata Şenyaşar: Yên sûcê mirovahiyê kirine serbest in

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber ediyeyê çalakiya rûniştinê dewam dikin. Malbatê diyar kir ku kesên sûcê mirovahiyê kirine serbest in.

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar 3 roj in li ber edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê dike.

Dayik û kur vê sibehê jî hatin ber edliyeyê û çalakiya rûniştinê dewam kirin.

Di hesabê Twîtterê de ku bi navê malbatê hate vekirin ev daxuyanî hate dayin: "Em edaleta ku dereng hatiye jî qebûl dikin. Yên ku li nexweşxaneyê sûcê li dijî mirovahiyê kirine eşkere ne û bi serbestî digerin. Edalet ji bo malbata me, edalet ji bo her kesî."