Malbata Şenyaşar: Rûmeta mirovahiyê û edalet wê bi ser bikevin

Malbata Şenyaşar ku zêdeyî saleke bi daxwaza edaletê nobedê digire got, "Rûmeta mirovahiyê û edalet wê bi ser bikevin."

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 14'ê Hezîrana 2018'an hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, zêdeyî saleke li ber Edliyaye Rihayê çalakiyê dikin.

Malbata Şenyaşar ku 9'ê Adara 2021'ê dest bi nobedê kir, di roja 381'ê de careke din hate ber edliyeyê.

Li ser hesabê Twitterê yê malbata Şenyaşar ev peyam hate parvekirin, "Rojekê wê dayika ji bo edaletê têdikoşe teqez bi ser bikeve. Hiqûqa serweran wê bi dawî bibe. Rûmeta mirovahiyê û edalet wê bi ser bikevin."