Malbata Şenyaşar li Amedê serdana saziyan kir

Berxwedana malbata Şenyaşar a ji bo edaletê dewam dike. Malbatê li Amedê serdana Baroyê û Partiya DEVA kir.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Halîl Îbrahîm Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû 116 roj in ji bo edaletê nobedê digire. Malbata Şenyaşar di çarçoveya vê berxwedana xwe de li Amedê serdana Partiya DEVA û Baroya Amedê kir.

Ferît Şenyaşar di serdana Partiya DEVA de axivî û anî ziman ku 3 sal in ew ji bo maf û edaletê têdikoşin û got, "Bi rêya dadgeriyê zilmê li me dikin. Kujerên vê bûyerê diyar in. Lê belê 3 sal in bi rengekî nehiqûqî dozê venakin."

Serokê Partiyê yê Bajêr Cîhan Ulsen jî anî ziman ku rêveberiya wan a li Rihayê bi dosyayê re eleqedar dibe û got, "Bûyera ku qewimiye bi delîl û tespîtan li holê ye. Lê belê bersiv ji vê têkoşînê re nayê dayin."

Malbatê piştre serdana Baroya Amedê kir ku piştgiriya hiqûqî jê re bê dayin. Dayik Şenyaşar li vir giriya û got, "Em bi kaxizekê li edaletê digerin. Xwîna zarokên min li nexweşxaneyê bû. Min hemû dît. Em edaletê dixwazin, bes e ji vê zilmê re."

Ferît Şenyaşar jî têkildarî dosyayê agahî da baroyê û got, "Em ji her kesî piştgiriyê dixwazin. Bi kuştinê gefê li me dixwin, lê belê em natirsin. Ya em ê di vê rêyê de bimirin, ya jî em ê edaletê bi cih bînin."