Li Krasnodarê têkildarî tundiya li ser jinan semîner hat lidarxistin
Li Krasnodarê têkildarî tundiya li ser jinan bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê xwe biparêzin” semîner hat lidarxistin.
Li Krasnodarê têkildarî tundiya li ser jinan bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê xwe biparêzin” semîner hat lidarxistin.
Li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî semîner hat lidarxistin. Semîner bi beşdariya gelek jinan bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê xwe biparêzin” li Mala Kurdan a Krasnodarê pêk hat.
Di semînerê de li ser dîroka 25’ê Mijdarê agahî hat dayîn. Di semînerê de tundiya li ser jinên cîhanê û bi taybetî jî li ser jinên Kurd hat nîqaşkirin û pirsgirêk hatin vegotin. Hat destnîşan kirin ku jinên Kurd bi tundiya desthilata AKP–MHP’ê û rejîma meleyan a Îranê re rû bi rû ne.
Beşdarên semînerê diyar kirin ku divê jin bi felsefeya Rêber Apo li dor têkoşîna azadiyê xeleka jiyanê ava bikin û wiha hat gotin: “Divê dawî li tecrîda li ser Rêber Apo û tundiya li ser jinan tên meşandin, bê anîn. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bingeha avakirina civaka azad û azadiya mirovahiyê ye.”
Semîner bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Ji tundiya li ser jinan re na” bi dawî bû.